Pasdaran ala Îranê li ser keştiya Brîtanyayê bilind kir

Kanala televîzyonî ya Îranê vîdyoyeke keştîya Brîtanyayê belav kir.


Kanala televîzyonî ya Îranê vîdyoyeyeke keştiya Brîtanyayê belav kir. Di wê vîdyoyeda dihête dîtîn ku Artêşa Pasdarên Îranê ala Brîtanyayê ji ser wê keştiyê daxistine û ala Îranê bilindkirine.


Roja înê Artêşa Pasdarên Îranê li Kendava Hurmuz dest danîbûn ser keştiyeka Brîtanyayê ya neftê. Ew yek jî bibû cihê nerazîbûna Brîtanya û welatên Yekîtiya Ewropayê.


Medyaya Îranê îro vîdyoyeke keştiyê belav kir di wê vîdyoyê da dihête dîtin ku li cihê ala Brîtanyayê ala Îranê hatiye bilindkirin.


Pisporê yasaya navdewletî Profesor Dr. Eymen Selamey ji SkeyNewsê ra aşkere kiriye ew tevgera Îranê  ne yasayîye û metirsîdar e û bi tu awayî  nayê qebûlkirin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes