Qaymeqamê nahiya Hacî Omeran, Ferzeng Ehmed gotiye, ji îro sibê ve pasdarên Îranê deverên Xireberd, Kunerê, Gomehîşk û Binberdereşan yên derdora gundê Gundejorê yê Hacî Omeranê didin ber topan.
Pasdarên Îranê bi behaneya hebûna hêzên Rojhilatî, wan deveran didin ber topan.
Ev mideyek e pasdarên Îranê deverên sînorî yên Başûr didin ber topan. Heta niha ziyanek gihîştiye xelkê wan gund û deveran.