Îro danê sibê pasdarên Îranê li devera Pîranşarê ya Rojhilatê Kurdistanê û li nêzîkî sînorê Başûr, komeke kolberan dan ber guleyan.
Di encama wê êrişê de kolberekî 19 salî bi navê Hasil Babirdîn hat kuştin.
Hate ragihandin ew ê ku hatiye kuştin xelkê gundê Terkiş ê Pîranşarê bûye.