Pasdarên Îranê gule berdan xortên Kurd ên Kelarê

Çend endamên Supaya Pasdaran a Îranê li navçeyeke sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê gule berdane gencên Başûrê Kurdistanê ku xelkê Kelar in û gencekî jiyana xwe ji dest dan û 2 genc jî birîndar bûn.

Qayimqamê Kelar Şehab Hacî Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku êvara roja Yekşemê (07.04.2018) li navçeya Şewal a nêzîkî sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, çend endamên supaya Pasdaran gule berdan sê gencên xelkê Kelar.

 

Di encamê de yek ji wan ciyana canê xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn. Gencê ku jiyana xwe ji dest daye, navê wî Biyako ye temenê wî 25 e, û kurê şehîd Îsmaîl e.

 

Qayimqamê Kelar behsa wê yekê jî kir, li gor axaftina kesûkarên wan, ew hersê genc ji bo nêçîrê çûbûn wê navçeyê û got jî, heta niha cenazyê gencê ku jiyana xwe ji dest daye, radestî kesûkarê wî nehatiye kirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin