Patrîkê 85emîn ê Civata Ermeniyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê Sahak Maşalyan, piştî ku bû patrîk cara yekemîn e ku serdana Amedê dike. Patrîk Maşalyan ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku ew ji bo nûjenkirina Dêra Ermeniyan a Surp Gragosê hatiye Amedê û ger xwedê hez bike di paskalyaya pêşiya me de ew dê bi merasimeke mezin vê dêrê ji ayînê re vekin û ew jî di vê merasimê de amade be.
Patrîkê 85emîn ê Civata Ermeniyan Sahak Maşalyan serdana Amedê kir. Maşalyan bi şandeya xwe re ji aliyê Parêzgarê Amedê Munîr Karaloglu ve hate pêşwazîkirin.
Sedema serdana Maşalyan, daxwaza bilezkirina nûjenkirina Dêra Surp Gragosê ya Ermeniyan e. Dêra Surp Gragosê ji ber şerê nava bajêran ku weke şerê xendekan jî tê binavkirin, zirareke mezin dîtibû. Ji wê demê ve ketina nava Sûrê qedexe ye û nûjenkirina dêrê jî hêj neqediyaye.
Dêr ji aliyê Wezareta Jîngehê û Midûriyeta Parastina Mîrateyên Çandê ve tê nûjenkirin. Partrîkê Civata Ermeniyan Maşalyan, ji parêzgarê Amedê daxwaz kir ku xebatên nûjenkirinê bileztir bikin. Li gorî Maşalyan, dêr dê di cejna vejînê paskalyayê de ji îbadetê re bê vekirin.
Patrîkê 85emîn ê Civata Ermeniyan Sahak Maşalyan ji Rûdawê re got: “Di rojên paskalyaya pêşiya me de em ê merasima vekirina vê derê bikin û ayîna xwe bikin. Xwedê hez bike, ez ê jî di vê merasima vekirinê de cih bigrin. Vekirineke pir rengîn dê çêbe. Hem ji nava welat û hem jî li derveyî welat dê ermenî beşdar bibin.”
Ermeniyên li Amedê hem ji ber ku dêra wan nehatiye nûjenkirin û hem jî ji ber qedexeya nava Sûrê ji sala 2015an ve hemû ayînên xwe ji neçarî li dêrên Stenbolê dikin.
Rêveberê Weqfa Dêra Sûrp Giragosê Gafûr Ohanyan jî got: “Ji ber ku qedexekirî bû, cemaeta me qet tiştekî nekir. Ne ayînek, ne rojeke girîng pêk hat. Ne cejnên me, ne sersalên me nehatin pîrozkirin. Ji 2015'an heta niha, ev 5-6 sal in qet tiştekî çênebû. Lê piştî ku evder vebe bawer im em ê bikaribin her tiştê xwe li vir bikin.
Li gorî belgeyên ji dema osmaniyan mane, beriya 24'ê nîsana 1915'an ku ji aliyê gelek welatên cîhanê ve weke komkujiya ermeniyan tê binavkirin, li bajarê Amedê piştî kurdan nifûsa herî zêde ya ermeniyan bû. Lê niha li Amedê hejmara kesên ku xwe ermenî dibînin ji 100 kesan nabihure.
Rûdaw