PDK 77 salîya xwe li Stockholmê pîroz kir

.

Partîya Demokrat a Kurdistanê ya başûr bi munasebeta 77 saliya xwe resepsiyonek li dar xist. Di resepsiyona 77 saliya PDKê de rêvebirên partîyê yên li Swêdê mahzûbaniyê kirin. Ji hemû alîyên Kurdistanê nûnerên partîyên siyasî, federasyon, komele û herweha nûnertîya Hukumeta Kurdistanê li Swêdê beşdar bûn.

Li ser navê PDKê Hedî Arif, xêrhatina mêvanan kir, li ser wateya rojê axaftinek kin kir.

Li ser navê TDK Tevger û PAKê jî heyetek hevpar beşdar bû. TDK Tevger û PAK peyama xwe jî bi hevbeşî radestî berpirsên PDKê kirin.

 

Peyama TDK Tevger û PAKê wek li jêr e:

 

 Ji bo lijneya navçeya Partîya Demokrata Kurdistanê PDKê li Swêdê!

Em, komîteya hevbeş ya yekîtîya PAK û TEVGERê, salvegera 77salîya PDKê li neteweya Kurd û Kurdistanîyan pîroz dikin.

Em di pêvajoya bidestxistin û parastina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê de rola sereke ya PDKê gelekî girîng dibînin. Destkeftîyên Başûrê Kurdistanê bi gelemperî ji bo tevgera neteweyî ya herçar beşên Kurdistanê, wek destkeftîyên dîrokî dibînin û wan destkeftîyan wek destkeftîyên xwe şîrove dikin.

Birêzan!

Yekgirtina pêşmerge, îstîqbarat, asayiş, aborîya Kurdistanê û helwesta sîyasetek hevgirtî pêdivîyek sereke û temînata domandina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê ye. Em PAK û TEVGER, yekgirtina hêzên Kurdistanî û parastina encamên referandûma serxwebûnê, ji bo geşkirina destkeftîyan û ji bo Kurdistaneke serbixwe wek destkeftîyên mayende pênase dikin.

Serkeftin her para tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê be!

Bijî Kurd û Kurdistana serbixwe!

Stockholm, 2023-08-11

Bi rêz û silavên me

KOMÎTEYA HEVBEŞ Tevgera demokratîk a Kurdistanê (TEVGER)

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'