PDK bi nav û logoya xwe beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dibe

.

Ji bo hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi nav û logoya xwe beşdar dibe û lîsteya wê jî ji 30 kesayetên pêkhateyên netewî û olî yên hemû çînên Kerkûkê pêk tê.

Roja 18ê Kanûna 2023an dê hilbijartinên Encûmena Parêzgehên Iraqê were encamdan ku ji sala 2005an ve ev yekem hilbijartinên encûmena parêzgehan e ku li bajarê Kerkûkê birêve diçe.

Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo hilbijartiên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Saman Reşîd ji Kurdistan24ê re ragihand, PDK bi nav û logoya xwe beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dibe û lîsteya wê jî ji 30 kesayetan pêk hatiye û navên wan pêşkêşî komîsyonê hatiye kirin.

Herwiha destnîşan kir, li gor yasa û rênimayên hilbijartinan, divê rêjeya jinan ji %25 kêmtir nebe û lîsteya PDKê ji bo hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji vê rêjeyê zêdetir nûnerên jin li xwe digre.

Lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê

Roja Şemiyê 12ê Tebaxa 2023an, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ligel Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê civiya û di civînê de got: “Ji bo gihiştina bi wê rastiya ku kî nifşê resen ê bajarê Kerkûk û pêkhateyên resen ên Kerkûkê ne, em gihiştine astekê ku em rêkarekê ji bo cudakirina pêkhate û nişteciyên resen ên Kerkûkê deynin.”

Şaxewan Ebdullah diyar kir: “Me bendeke girîng bi cih kir, ew jî em wê serjimêriya sala 1957an bikin bingeh, da ku em zelal bikin kî nifşê resen ê Kerkûkê ye, bi taybetî ev serjimêr vedigere bo beriya siyasetên erebkirinê, ev girîng e ji bo derxistina wan kesên piştî 2003 û 2015an hatine Kerkûkê, loma eger ew xwedî belgenameya serjimêriya sala 1957an nebin, nikarin wek welatiyên Kerkûkê werin hejmartin.”

Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'