PDK-Î li Danîmarkayê bi helkefta 77emîn salvegera damezirîn û yekbûna herdû alîyên xwe şahîyekî pêkhanî

.

Herdû alîyên PDK-Î yên li Danîmarka bi beşdarîya gelek partîyên Kurdistanî yên seranserê Kurdistanê û girseyekî berbiçav 77emîn salvegera damezirîn û yekgirtina herdû alîyan, îro 20.08.2022 ahîyekî lidarxist.

Partîya Azadîya Kurdistanê-PAK rêxistina Danîmarka jî beşdarê vî şahîyê bû. Û herwiha bi peyamekî hem 77emîn salvegera damezirandina wan û hem jî yekbûna herdû alîyan pîroz kir.

Eva jî peyama pîrozbahîya yê ye;

Rêzdaran, Endam, alîgir û mêvanên qedirbilind yên PDK-Î, li ser navê xwe û hemî endamên Partîya Azadîya Kurdistanê- PAKê li Danîmark, bi hilkefta 77emîn salvegera damezrandina Partiya we ya têkoşer Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê”(PDKÎ), berztirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we  dikin, û hêvîdarin ku salvegera damezirandina partyia we û yekkirina herdû alîyên we bibe egera pêşveçûn û serkevtin û têkoşîna doza rewa ya gelê me li Rojhilatê Kurdistanê.

Birêzan, em dibînin ku coş û kêfxweşîya yekbûna herdû alîyên PDKê di vî roja pîroz 25 Gelawêjê, 77
emîn salroja damezirîna Partîya Demokrat Kurdistanê-PDK-î yê da li hemî bajar navçe gund û kolanên Rojhilatê Kurdistanê û her wiha li gelek welatên dîaspora yê, bi yek deng û yek helwest û coşeke mezin tê pîroz kirinê.

Hevalên hêja, dibê hûn bizanin hem 77
emîn salroja damezirandina Partîya we û hem jî yek kirina hêzên PDK-î yê, ne bitenê we şa kirîye, her wiha me û hemî partî û dilsozên Kurdistanê kêfxweş kirîye. Em di medyaya civakî de pêla pîrozbahî û kêfxweşya welatperwerên Kurdistanê dibînin.

Hevrêyan, ev hevgirtin, yekbûn û yekdengîya we di demeke wek îro ku li hemî cîhanê û bi taybetê li Rojhelata Navîn û Kurdistanê de guherînên berbiçav rû didin de, ji bo bidetsxitina azadîya welat û mafê rewa yê gelê me gelekî giringe.

Helwestek pîroz e.

Em we ji bo vî helwest û biryara qedirbilind pîroz dikin.

Em dubare, 77
emîn salroja damezirandina PDK-Î û hevgirtin û yekgirtina partîya we, bi hestên biratî û hevrêyîyê pîroz dikin û hêviya serkevtinê bo we dixwazin.

Em di xebat û berxwedana Rohilatê Kurdistanê de hevkarê we ne.
Bijî Kurdistan!
Bijî azadî!

Silav û rêzên germ.
Partîya Azadîya Kurdistanê-PAK Danîmarka
19.06.2022

Kurdistan Haberleri

Mazlûm Ebdî: Divê pirsgirêkên Sûriyeyê bi rêya siyasî werin çareserkirin
Amerîka: Pêwîst e Hizbulah êdî êrişên xwe yên terorî bi dawî bike
Saziya Tiba Edlî eşkere kir: Narîn Guran çawa hat kuştin?
Li Sêrtê jinek ji ber kurdî nehat dermankirin
Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye