PDK îdîayên HPGê red kirin û got, “ti bingeheke wê nûçê nîne û ji rastiyê jî dûr e.”
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) daxuyaniyek derbarê wan îdîayan belav kir ku dibêjin, li Xelîfan 7 gerîlayên PKK ji aliyê hêzên `PDK` ve hatine kuştin.
PDK di daxuyaniyê de amaje bi wê dike, navendeke ser bi PKKê bi navê HPGê, îddîaya wê yekê dike ku 7 gerîlayên PKK li devera Xelîfan ji aliyê PDK ve hatine kuştin û PDK tekez dike ku ti bingeheke wê nûçê nîne û ji rastiyê jî dûr e.
Di daxuyaniyê de tê gotin, armanc ji wê nûçeyê anîna navê Partiya Demokrata Kurdistanê û belavkirina mijarên nerast ji bo veşartina tawanên wan e, “Ev yek hincet in ji bo karên wan yê ne yasayî û destdirêjiya li ser Herêma Kurdistanê.”
Herweha di daxuyaniyê de hatiye, xelkê Kurdistanê dipirse û pêwîst e PKKê bersivê bide, ku PKK li devera Xelîfan çi dike, çi karê wan li wir heye û çi pêwendiya wan bi wê deverê re heye!
Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, duh daxuyaniyek belav kir. Li gor wê daxuyaniyê, li herêma Xelîfan 7 gerîlayên wan ji aliyê hêzên “PDKê ve hatine şehîdkirin.”