Li bajarê Qamişlo, çend berpirsên Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S), ku cihê xwe di nav Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) de digire, bi hev re civiyan.
Di vê civînê de serkirdeyên PDK-Sê li ser rewşa herî dawiyê ya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û geşedanên ku rûdidin, gotûbêj kirin û rewşa heyî nirxandin.
Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Nafih Ebdullah ku beşdarî vê civîna li Qamişlo bûbû, behsa hewlên bo pêkanîna komîteya destûrî ya Sûriyê kir.
Nafih Ebdullah tekezî li ser giringiya avakirina komîteya destûra nû ya Sûriyê kir, ku nûnerên ENKSê jî têde beşdar in û got: “Bi rêya destûreke nû dê gelek pirsên asê li Sûriyê bêne çareserkirin.”