Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriye (PDK-S) ragihand ku di demeke nêzîk de dê kongreya xwe li dar bixe, Mihemed Îsmaîl jî wek berdevkê fermî yê partiyê diyar kir.
Komîteya Navendî ya Partiya PDK-S di rojên 12 û 13 ê vê mehê de li Hewlêr û Qamişlo civiya, piştî civînê daxuyaniyek belav kir û got, Endamên Serkirdayetiyê yên li Ewropa, Tirkiyê dimînin li Hewlêrê amade bûn, lê ji ber ku PYDê rê nedaye endamên serkirdayetiyê yên li Rojavayê Kurdistanê dimînin, amade bibin, ew bi rêya online beşdar bûne.
PDK-Sê dibêje, di civînê de rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, nêzîkbûna Şam û Enqerê û bandora wê li ser opozisyona Sûriyê, rewşa xelkê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û binpêkirinên ku derheqê wan tê kirin gotûbêj kirine.
PDK-Sê herweha got, wan guvaşên ku Rêveberiya Xweser li xelkê dike û dibe sedema koçberbûna xelkê, girtina serkirde û endamên wan û awayê pêşxitina ENKSê gotûbêj jî kirine.
Endamê Polîtbîroya PDK-Sê Mistefa Cuma beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir ku dibe ew li Hewlêrê kongreya xwe sa bizin û got ku di kongreya wan de dê gelek guhertin pêk werin.
Mistefa Cuma da zanîn ku di kongreya PDK-Sê de tenê endamên wê beşdar dibin.
Rûdaw