Partîya Demokrat a Kurdistan a Sûrîyê (PDK-S) roja yekşemê, 24/12/2023yê li Qoserê, Teşkîlata Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ya Merdînê komcivînek li dar xist.
Li gel rêvebir û endamên PDK-Syê yên li Mêrdîn û Ruhayê, endamên PWKyê beşdarî komcivînê bûn.
Berpirsê PDK-Syê yê Bakurê Kurdistanê Turkîyê Muslum MIHEMED peşwazîya beşdaran kir û semînerek da.
Muslum Mihemed di derbarê rewşa rojhilata nêzîk û rojhilata navîn û di derbarê her çar perçeyên Kurdistanê de pêvajoya heyî nîrxand û di derheqê paşerojê de nerîn û pêşbînîyên xwe anî zimên.
Zêdetir rewşa Sûrîyeyê û Rojavayê Kurdistanê, sîyaseta partî û rexistinan nîrxand û bîr û rayên partîya xwe anî zimên.
Endamê Meclîsa PWKyê Nezîr Gelerî jî bixêrhatina mêvanan kir .
Nezîr Gelerî di axaftina xwe de pewîstîya hemahengî û hevkarîya partî û rêxistinên Kurdistanî dest nîşan kir.
Di bêşê duyem a komcivînê de Muslum Mihemmed pirsên beşdaran bersîvand û komcivîn bi awakî germ û bi serkeftî qedîya.
Rûpela Nû/ Mêrdîn