Di daxuyaniyê de wisa hate gotin:
"Miletê Kurd Komkujiya Dêrsimê Jibîr nake
Di dîroka miletê kurd de gelek komkujî pêk hatine. Li ser van karesatan miletê kurd dîtin û hestên xwe hergav anîne ziman. Gava ku kurd li dîroka xwe temaşe dikin, zilm û hovitiya dewletên dagirker eşkere derdikeve pêş. Hîna jî dewletên dagirker li ser xeta xwe ya dagirkerî, komkujî û çewsandinê dixwazin berdewam bin. Lê miletê kurd li miqabilî vê hovitiyê mirovperweriya xwe parastiye û doza aşitiyê ji xwe re kiriye rêbaz.
Di derbara Komkujiya Dêrsimê de Melê Hesanê Kurd di helbesteke xwe de hestên xwe wisa tîne zimên;
“Min awir da Gelê Dêrsim
Bi xwina sor bi rengdar e
Li ber berqefên Kûr
Min dit laşên spi sar e.
Keç û jinên Kurdan
Xwe diavêtin çemê Munzir
Digotin îro mirin cejn e
Ma navên Tirk û Tatare”
Em weke PDK-T (Partiya Demokrata Kurdistana- Tirkiye) 81 saliya komkujiya Dêrsimê bibîr tinin û hêzên ku di vê komkujiyê berpirsiyar bûn şermezar dikin. Em ji berpirsiyarên vê komkujiyê daxwaz dikin ku lêborinê ji miletê kurd û gelê Dêrsimê bikin. Dewleta Tirk divê fermî ji miletê kurd lêborinê bixwaze û mafê kurdan ên netewî li wana vegerîne."
Partiya Demokrata Kurdistana- Tirkiyê
Meclîsa Navendî
04 05 2018