Di çarçoveya hevpeymaniya sêalî ya bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de, şandên PDK, Tevgera Sedir û Hevpeymaniya Siyade ya sunîyên Iraqê li Bexdayê civîyan.
Hat ragihandin ku her sê alîyan gotûbêj li ser pirsên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û peywira serokomar kirine.
Civîna sêalî ya ji medyayê re girtî hat kirine, li binkeya Hevpeymaniya Siyade ya Bexdayê pêk hat.