PDK û YNK cara çaremîn ji bo pêkanîna hikûmetê civiyan

.

Civîna şanda teknîkî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya li ser gotûbêjên damezrandina hikûmeta nû ya Kurdistanê li Nivîsîngeha Siyasî ya YNKê ya Hewlêrê hate lidarxistin.

Hate diyarkirin ku wê piştî civîna îro 21ê Çileyê rojên pêş jî civînên PDK û YNKê berdewam bikin.

Li dû zanyaran di civînê de, danûstandin li ser binavkirina Serokê Hikûmetê û cîgirê wî, diyarkirina desthilata Parlamentoya Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Herwiha desteya serokatiyê û desthilatên wezîr û birêveberên giştî ligel desthilatên dadwerî û pirsa ewlehiyê di navbera her du aliyan de hate gotûbêjkirin.

Yekxistina hêza Pêşmerge û rêkxistina xercî û dahat û parvekirinan, tevî pirsa Hejmara Min û pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêrê û pirsa dahatên deriyên sînorî û hilgirtina berpirsyarîyê di çar salên hikûmetê de, hatin guftûgokirin.

Hate zanîn ku biryar e di rojên bê de civînên şandên teknîkî yên PDK û YNKê berdewam bibin. Heke li ser xalên nakok herdu alî bigihin mekanîzmayeke hevpar wê şandên bilind ên herdu aliyan vê carê jî ji bo parvekirina postan bicivin.

Hate diyarkirin ku heta niha di civînan de behsa parvekirina postan nehatiye kirin, tenê pirsa amadekirina reşnivîsekê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê gotûbêj hatine kirin.

Hêjayî gotinê ye, piştî hilbijartinên parlamentoyê ev civîna çaremîn e ku şandên PDK û YNKê li ser pêkanîna Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk tînin.

Di hilbijartinên gera şeşem a Perlamentoya Kurdistanê yên 20ê Cotmeha 2024an de, PDKê 39 kursî û YNKê jî 23 kursî bi dest xistibûn.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'