Şandeyên PDK û YNKyê piştî civîna li Pîrmamê daxuyaniyeke hevpar belav kir.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku gavên erênî û pêşketinên baş hene.
Şandeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Baregeha Mekteba Siyasî ya PDKyê civiyan.
Li gorî daxuyaniya hevbeş civîn di atmosfereke dostane û erênî de derbas bû, li ser gavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê gotûbêj hatin kirin û gavên erênî û pêşketinên baş hebûn û di rojên pêş de dê civîn berdewam bikin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, civîna îro ya PDK û YNKyê li ser dabeşkirina postên kabîneya hikûmeta 10an bû.
Dan û standin di asta bilind de bûn, şandeya PDKyê ji Hoşyar Zêbarî, Piştîwan Sadiq, Dilşad Şehab û Umed Sebah pêk dihat.
Şandeya YNKyê jî ji Qubad Talebanî, Rêwas Fayeq, Derbaz Kosret Resûl, Nizar Amedî, Şalaw Selah Şêx Şeref û Amanc Rehîm pêk dihat.
Divê were gotin ku berê jî çend gerên dan û standinan di navbera wan de hatine kirin û her du alî jî amaje dikin ku di gotûbêjan de pêşketinên baş hene.
Serok Mesûd Barzanî di dawiya hefteya borî de di dema beşdarî 17emîn Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê bû ji PDK û YNKyê xwest ku di gavên pêkanîna hikûmetê de bilezînin.
Hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê di 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an de hatin kirin.
PDK bi bidestxistina 39 kursiyan di rêza yekem de bû û YNK jî bi 23 kursiyan di rêza duyem de bû.
Piştî derbasbûna nêzî şeş mehan, hîn alî li ser pêkanîna hikûmetê negihîştine rêkeftinê.