Polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) sibe li Hewlêrê dicivin.
Jêderekî taybet ji K24ê re ragihand, sibe Duşemê 9.11.2020an, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, polîtburoyên herdu aliyên siyasî PDK û YNKê li Serokatiya Herêmê dicivin.
Hemqan jêderê da zanîn jî, şanda YNKê dê bi serokatiya Hevserokê YNKê Bafil Talebanî û endamrtiya hejmare ji endamên polîtburoya wê parityê be.
Şanda PDKê jî ji Huşyar Zêbarî û hejmarek ji endamên Polîtburoya PDKê dibe.