PDK û YNK yasaya nû ya hilbijartinan a Iraqê red dikin

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yasaya niha ya hilbijartinan a Iraqê red dikin û dibêjin ku di yasaya niha de kêmasî hene û di wê baweriyê de ne ku bi şêweya niha ya vê yasayê, dê zirarmendê yekem Kurd bibin.

Ji bo vê mebestê, PDK û YNK li ser yekkirina helwesta xwe li ser yasaya hilbijartinan a Iraqê rijd in û gelek civîn encam didin. Herwiha dixwazin aliyên din ên siyasî jî di civînan de beşdar bin.

PDK û YNK diyar dikin ku di yasaya niha de gelek kêmasî hene û Kurd dê zirarmend bibin, loma divê ev yasa were sererastkirin.

Plana PDK û YNKê ew e ku bi hev re nerazîbûna xwe bibin Bexdayê û ligel aliyên din ên siyasî yên Iraqê li ser vê mijarê gotûbêj bikin.

Ev di demekê de ye ku 1ê Hezîrana 2021ê weke roja hilbijartinên pêşwext ên Iraqê hatiye diyarkirin.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne