PDK û YNKê ji bo hikûmeta nû li ser gelek mijaran li hev kir

.

Hate ragihandin ku di civîna îro 4ê Sibatê ya Lijneya Hevpar a Danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo avakirina hikûmetê li ser gelek mijaran lihevkirin çêbûye.

Lijneya Hevpar a Danûstandinan a PDK û YNKê piştî civînê bi daxuyaniyeke hevpar ragihand, “Lijneya Hevpar a Danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) îro 04ê Şibata 2025ê li Hewlêrê civîna xwe ya dawiyê kir, ew jî piştî gelek rûniştinên dirêj û têr û tejî û danûstandinên avaker, bi merema karê hevpar di qonaxa bê ya desthilatdariyê de, bi awayekî ku li astê qonaxa hestyar a niha û çaverêbûna welatiyên Herêma Kurdistanê be.”

Hate diyarkirin, “Di çarçoveya wan civînan de, hevfêmkirinên hevpar û lihevkirinên destpêkî li ser piraniya mijaran peyda bûn, herwiha encamên wan civînan ji bo yekalîkirina pirsan li ber destê lijneyên bilind ên danûstandinan ên her du aliyan tên danîn.”

Di civîna îro de reşnivîseke neh beşan hatiye amadekirin, ku 15 xalan li xwe digre û li ber destê lijneyên bilind ên danûstandinan ên PDK û YNKê tê hatiye danîn.

Di nav mijarên lihevkirin çêbûye de; mijarên siyasî, perlamento, darayî, pêwendî, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, Pêşmerge, enerjî û desthilata dadwerî hene ku ji bo karnameya çarsalî ya Kabîneya Dehan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe bingehek.

Hate ragihandin ku piştî vê civînê, wê her xaleke nakok ji bo civîna bê ya Lijneya Bilind a Danûstandinan a PDK û YNKê bê hiştin.

Kurdistan Haberleri

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê kongreya 17emîn li dar xist
KOBANÎ - Bombebarana Tirkiyeyê bû sedema derketina krîza av û elektrîkê
Asayîşa HSDyê li Dêrezorê 79 kes girtin
Li Helebê bi dehan Kurdên Efrînê hatin revandin
Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Hevpeymanan yekkirina hêzên Pêşmergeyan gotûbêj kir