PDK: Wek herdemê berê me ber bi aştî, çareserî û yekrêziya navxweyî ye

.

 Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi boneya 76emîn salvegera damezrandina PDK û rojbûna Serok Barzanî, peyamek belav kir û ragihand, rûyê PDKê ber bi aştî, çareserî, yekrêziya navxweyî ve ye, ligel Bexdayê destûra herdemî ya Iraqê û rêkeftin û lihevkirinê weke bingeha çareseriyê dibîne. Herwiha diyar kiriye, PDK ji bo vê yekê naweste û hemû hewlên xwe yên siyasî û dîplomasiyê dide û ji bo vê yekê xebatê dike.

Di daxuyaniya Polîtburoya PDKê de hat eşkerekirin: “16ê Tebaxê, roja mezin û birûmet û berhemdar a gelê me, ku tê de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat damezrandin û di heman rojê de Rêzdar Serok Barzanî jidayîk bû û çavê xwe li jiyan û xebatê vekir. Di destpêkê de em bi dilekî gelek bi hêvî, hêviya ber bi siberojeke geştir, em pîrozbahiyê li gel, Rêzdar Serok Barzanî, niştimanperwer û azadîxwazan dikin.”

Polîtburoya PDKê destnîşan dike: “Partiya Demokrat a Kurdistanê bi sûdwergirtina ji cîhandîtiyê Mistefa Barzanî yê rêberê netewe û damezrînerê PDKê, ji roja geş a damezrandinê ve heta niha xebatê dike ji bo aştî, azadî, demokrasî, pêkvejiyana olî û netewî û siyasî, herwiha kar dike ji bo pêşketina civakî û vejandina aborî û geşkirina kultûrî û pêkanîna jiyana herî baş ji bo welatiyan.”

Herwiha eşkere dike: “Di demekê de ku em vê salvegera bi rûmet pîroz dikin, navçe, Iraq û Kurdistan di qonaxeke hestyar re derbas dibin, kêşeyên siyasî û aborî her ku diçe zêde dibin, loma divê em hemû ber bi çareseriyê ve gav biavêjin, en berjewendiyên bilind bibînin û ji pencereya mezin ve li erkên rastîn û herdemî binêrin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rûyê Partiya Demokrat a Kurdistanê weke her dem ber bi aştî, çareserî, yekrêziya naxweyî ve ye, ligel Bexdayê jî destûra herdemî ya Iraqê û rêkeftin û lihevkirinê weke bingeha çareseriyê dibîne û ji bo vê yekê naweste û hemû hewlên xwe yên siyasî û dîplomasiyê dide û ji bo vê yekê xebatê dike.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: ‘Kek Feyyaz Di Dilê Me De, Di Têkoşîna Me De Dijî
PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'