Navenda Pêwendiyên Navnetewî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê derheq rewşa bajarê Mihabadê û hegera kuştina bêhejmar a xelkê vî bajarî rû bi rû ne, ji bo civatgeha cîhanî daxuyaniyek belav kir.
Navenda Pêwendiyên Navnetewî ya PDKÎ, di vê daxuyaniyê de daxwaz ji civatgeha cîhanê û saziyên mirovdostan kiriye ku li hehmber kuştar û qirkirina xelkê Kurdistanê bêdeng nebin.
Navenda Pêwendiyên Navnetewî ya PDKÎ ragihandiye ku, pêwîst e civatgeha cîhanê û saziyên mirovdostanin li ser xelkê Kurdistanê û nemaze xelkê Mihabadê deng derxin û rê nedin rejîma Îranê, xelkê Kurd qir bike.