PDKÎ: Îranê êrîşî me kir -VÎDYO-

Duh Yekşemî 30ê Îlonê PDKÎyê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku firokeyeke bêfirokevan a Supaya Pasdaran a Îranê cihê hêzên wê partiyê li Çiyayê Kodo li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kiriye.

PDKÎyê dabû xuyakirin, ku di vê êrişê de pêşmergeyekî wan bi sivikî birîndar bûye.

 

Çiyayê Kodo dikeve nêzîkî navçeya Pîranşar a li Rojhilatê Kurdistanê dû dikeve ser sînorê navbera parêzgeha Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê û parêzgeha Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê.

 

 

Li aliyekî din Supaya Pasdaran red dike, ku duh Yekşembiyê êriş kiribe ser hêzên Partita Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ).

 

Di daxuyaniyekê de, Supaya Pasdaran a Îranê red kir, ku li navçeyên sînorî yên navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê êrişî hêzên pêşmerge yên ser bi Partiya Demokrata Kurdistana Îranê kiribe.

 

Supaya Pasdaran di daxuyaniya xwe behsa navê ti partî yan aliyekî diyarkirî nekiriye, lê gotiye “Supaya Pasdaran ti êriş li dijî grûpeke terorîstî li sînorê parêzgeha Urmiyê encam nedaye.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin