Pelên darê diweșihin: Orhan Kotan  

Nuri Aldur

Nuri Aldur

Di serê salên 1980 yan de bû, ku min û Orhan abê (gotina abê min bikartanî) cara yekem li bajarê Uppsala hev dît û hev nasî. Piștî çend civat anjî sohbetên bi hinek kes û hevalêndinre li cafeterya merkeza bajêr ku bi navê Plus bû nasîtîyame bêhtir çêbû – helbet berê jî navê Orhan Kotan bo me ne xerîb bû. Têt bîramin ku evan civatan mîna semînêrên biçûk û bo me hinek hevalan hem baș û hem jî xweșbûn. Rojek ez û ew çûne malamin, ku odeyeke xwendekaran bû lê odayeke xweș û maqûl bû û dema ew li ser kursî rûnișt - di wê kêlîyê de kenekî sivik anjî beșișîbûnek li ser rûwê wî çêbûbû. Di wan demande ew mêhvanê kek Șoreș bû û ha ez vê jî bibêjim ku mala kek Șoreș hingî ji gelek kurdên me yî bakur re vekirî bû û ewan bi hefteyan û belkî jî bi mehan mêhvanên wî di man.                                                                 

Dem derbasdibû û jîyan berdewambû, Orhan abê barkire Stockholmê û li wir, bi gelek zahmetî û qerqeșûnan re, dest bi xebat û karê kurd û Kurdistanîyê kir. Bi awakî aktîv û bi bawerîyên vekirî û dîyar her xebatên xwe yî neteweyî berdewam dikirin. Li Stockholm jî șansê min çêbû ku me hev di dît(çend caran li mala wî bi xwe, li mala kek Celîl û li lokala Kurdistan Pres) û li gel hev me qala rewșa gel û welatê xwe dikir. Hê di van demên nû li Swêd de hinek nexweșîyên biçûkî rojana li gel wî hatin xwîyakirin û têt bîramin kû carek bo min weha got: ”…koka van nexweșîyan ji zilm û wahșeta li walête – lê vaye nûha vêce ewan li vir xwe didine xwîyakirin”. Bê goman wan nexweșîyan terka wî nekirin; lê wî her dixwest xem û xeyalên xwe yî ku bo xwe – lê li gel hevalên xwe – plan û bernama kiribû  bixê jîyanê de.                                          

Di sohbeteke me yî din de ku jibîrnakim bo min weha gotûbû: ”…niyeteke min heye;  anjî ez dixwazim ku carek tarîxa Kurdistanê binivîsênim…”. Belkî ew hemû proje û hedefên ku gorbihișt Orhan Kotan plankiribûn neçûne sêrî – ma yên kûjan ronakbîrên kurd û ne xasim li penabertîyê çûne sêrî kî – lê bo min ew hemû tekoșîna wî bi rojnamevetî yê re, bi kovar û pirtûk derxistine re, bi agadarî û enformayonên li ser kurd û Kurdistanê re kar, xebat û berhemên bo rizgarîya gel û welatê me ye. Evan hemû berheman delalin, pêwîstin û bo rêça rizgarîya me kevirên bingehînin bo serkevtina me. Bo min û wa bawerim ku bo gelek kesêndin jî TE, mîna gelek heval û hogirên xwe, kedeke bêhempa bo  tarîxa Kurdistan feda kirîye û hemî jîyana te mîna tîp, rêz, rêzimana nivîsandina tarîxa Kurdistan ê ye.           

 Spas bo te.