Hêzên ewlehiya Tirkiyê 721 penaberên neyasayî li parêzgeha Edîrne ya li bakurê rojavayê Tirkiyê girt, ku dixwastin derbasî Yunanîstanê bibin.
Ew 721 penabarên neyasayî xelkê Iraq, Cezayîr, Mexrîb, Tunis, Lîbya, Misir, Erîtîrya, Urdin, Filîstîn, Sûriye, Pakistan û Afganîstanê ne.
Penaberên neyasayî ku dixwastin derbasî Yunanîstanê bibin, li ser sînorê navbera Tirkiyê û Yunanîstanê hatin girtin û Tirkiye amadekariyê dike ku wan wegerîne welatên wan.