Di nava koçberên Sûriyê de, yên ku tu sûdê ji Netewên Yekbûyî û alîkariyên navdewletî nabînin, Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne ku weke penaber li Herêma Kurdistanê dimînin. Penaberên Rojavayê Kurdistanê gazinan ji Netewên Yekbûyî dikin û jê daxwaza alîkariyê dikin. Dukandarek dibêje Hinek malbat hene tenê çayê û nan dixwin
Li Kampa Basirme ya Hewlêrê dukandar Mahir tu caran weku niha deynên wî li nava xelkê namane. 8 sal e Mahir dukandar e li kampa Basirme. Piraniya nişteciyên kampê kelûpelên xwe ji vê dukanê dikirin. Bi gotina wî tenê di van çend mehan de bi qasî nêzîkî 35 milyon dînar kelûpel bi deyn dane nişteciyên kampê.
Penaber Mahir Ebdulkerîm got “Niha 35 milyon dînar deyn di nava vê defterê de hene. Nişteciyên kampê hejar in, lewma bi deyn kelûpelan ji vê dukanê dibin.”
Yek ji sedemên wan deynan, birîna beşe xurakê mehane ye li ser penaberan. Xelîl, ji 10 salî ve rastî rûdanekî hat û destê xwe ji dest da, lewma nikare tu karî bike. Ji ber xirabiya rewşa abûrî li bajarê wî Qamişloyê, berê xwe da Herêma Kurdistanê, lê niha li kampa Basirme deyndar e û rewşa wî xirabtir bûye. Piştî mehekî Xelîl dibe bavê 3 zarokan.
Berî niha jiyana xwe bi rêya beşe xurakê mehane ku rêxistinên mirovî didanê birêve dibir, lê niha ew beşe xurak li ser hatine birîn, hevjîna wî jî li karekî digere.
Penaber Xelîl Hemo dibêje “Me berî niha ji dukanan deyin dikir. Me digot dema pereyên erzaqan werin, emê deynê xwe bidin, lê niha erzaqên me jî hatine birîn û êdî dukan jî nema kelûpelan dide me.”
Penaber Hîba Ehmed diyar kir “Eve nêzîkî mehekiye goşt neketiye di mala min de. Eger xêrxwazek tiştekî bide me yan jî tuneye.”
Mam Şafi jî heman êşa Xelîl heye, lê çîroka wî cuda ye. Berî niha li gel şarewaniya kampê kar dikir, lê eve saleke karê xwe jidest daye. Şafî bavê 3 zarokan e. Kurê wî yê mezin xwedan pêdiviyên taybete, ev yek barê wî girantir kiriye.
Berî niha wî jî beşe xurakê mehane werdigirtin. Serê neferê 24 hezar dînarên Iraqî bû lê eve 4 meh e li ser wan hatiye birîn, niha jî jiyaneke pir bi kêmasî derbas dikin.
Penaber Şafî Ebdulselam anî ziman “2 milyon pere deyn li ser min heye. Ez bê kaim û erzaq jî li ser me hatine birîn û ta niha me pereyên neftê jî wernegirtiye. Herî kêm mehane pêwîstiya kurê min bi 150 hezar dînarên Iraqî heye ji ber ku xwedan pêdiviyên taybet e. Ta niha min nekariye cilan ji kurê xwe re bikirim û pêwîstiya hejvîna min bi dermanan heye û ta niha min derman jê e nekiriye.”
Bi dûrahiya nêzîkî 65km ji Hewlêra paytext, 417 malbatên Rojavayê Kurdistanê di nava Kampa Basirmayê de dijîn.
Li gor encumena kampa Basirmayê, ev hejartirîn kampa penaberên Rojavayê Kurdistanê ye li Herêma Kurdistanê.
Serokê encumena Kampa Basirme Besîm Dorsin got “Gelek kesên xwedan pêdiviyên taybet û nexweş di nava kampê de hene. Herwiha bêkarî gelek e di nava vê kampê de, ji ber ku ne kargeh, ne jî bazarên mezin derdora vê kampê hene. Ji aliyekî din ve ta niha UNHCR pereyên neftê jî li ser vê kampê dabeşnekiriye, lewma rewşa xelkê gelekî xirab e.”
Beşa xuraka mehane ya penaberan ji aliyê rêxistina Programa Xwarinê ya Cîhanî (Worl Food Program/WFP) ve tê pêşkêşkirin.
Li gor amarên fermî yên WFP:
Di sala 2022an de ta meha 8an, wan mehane xurak didan zêdeyî 14 hezar malbatan lê ji meha 9an ve ew rêje daket kêmî nêvî.
Ji aliyê pereyan ve, bi giştî wan bi qasî 11.397.351 dolarên Amerîkî li ser her 10 kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê xeric kirine. Mehane bi têkrayê 1,036,123 dolar, beşe xurakê mehane li ser her kampekî dabeşkkirine.
Bi seredanekî bo WFP: Ew dibêjin,Ta berî belavbûna Koronayê, dabeşkirina beşe xurakê mehane 35% ji xelkê kampê digirt. Lê piştî Korona wan ew rêje bo 70% zêde kir. Niha jî ew vegerane weku berê.
karmend li WFPê Saman Ehmed ragihand “Ne rewş baştire, lewma me rêjeya dana erzaqan careke din vegerande 35%. Nabe hemû malbat weku hev erzaqan werbigrin. Malbat hene xwedan zarokên biçûkin yan nexweş di nava malê de hene û bi rastî ew kes pêwîstiyan wan bi alîkariyê heye.”
Ev xalên ku WFP behsê dike, li ser Mam Şefi û Xelîl jî tên cîbicîkirin ku niha bi dehan malbatên din jî hene di heman rewşê de dijîn, niha ew malbat li benda helsengandinekî ne ji aliyê WFP ve, belkû pencereyeke hêviyê li pêşiya wan careke din vebe û bikarin herî kêm jiyaneke bê tirs ji sibe derbas bikin.
Rûdaw