Pentagonê ji Rûdawê re diyar kir ku Amerîka dê hejmara leşkerên xwe yên li Sûriyeyê kêm bike.
Berdevkekî Pentagonê ku nexwestiye navê wî were aşkerekirin ji Rûdawê re got, “Amerîka di nav du heya sê mehên pêş hejmara hêzên xwe yên li Sûriyeyê dê ji hezar serbazan kêmtir bike."
Berdevkekî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hikûmeta welatê wan dê hêzên xwe li Sûriyeyê kêm bike
Berdevkê Pentagonê ji Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re got: "Amerîka di nav du heya sê mehên din de dê hejmara hêzên xwe li Sûriyeyê ji hezar serbazan kêmtir bike."
Berê berpirsên Amerîkî ji medyaya welatê xwe re ragihandibûn ku plana wan heye ku nêzîkî 600 serbazan ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê vekişîne û bi vî awayî nêzîkî 1500 serbaz li wî welatî bimînin.
Doh Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Brooseyê Rûdawê re got, “Pentagon li gorî pêdivî û rewşên lezgîn, carinan cihê hêzên xwe diguherîne, ji ber vê yekê ne pêwîst e gaveke wisa tiştekî ne asayî be.”
Hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên di bin desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne û di şerê li dijî DAIŞê de didin wê hêza Kurdî.
Her wiha hêza Amerîkayê bûye hêzeke cudaker ji bo kêmkirina nakokiyên di navbera HSD û beşek ji komên çekdar de.
Artêşa Amerîkayê li herêma Tenefa Sûriyeyê jî heye.
Donald Trump di xula xwe ya yekem a serokatiyê de hewl da ku hemû hêzên Amerîkayê ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê vekişîne lê berpirsên payebilind ên Pentagonê li dijî biryara wî derketin, ji ber ku wan bawer dikir ev bêbextî ye li hevpeymanên wan ên Kurd.
Li ser vê yekê û çend dilgiraniyên din, Wezîrê parastinê yê wê demê yê Amerîkayê James Mattis dev ji karê xwe berda.
Bi vekişîna 600 serbazan, hejmara hêzên Amerîkayê dê dakeve nêzîkî 1500 serbazan.
Piştî destpêkirina şerê Xezeyê ji 7ê Çiriya Paşîn a 2023yan, komek bi navê Berxwedana Îslamî li Îraqê, dest bi êrişkirina ser hêz û berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê kir.
Kanûna Paşîn a 2024an, sê serbazên Amerîkayê li Urdinê bi droneke bombekirî hatin kuştin.
Associated Press behsa wê yekê dike ku îşaret hene piştî rûxîna desthilata Beşar Esed, DAIŞ hewl dide xwe dubare rêk bixe û Amerîka jî naxwaze DAIŞ xurt bibe.