Pentagon: Îranê bingehên me yên li Enbar û Hewlêrê da ber mûşekan

Wezareta Berevanîya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, Îranê bingehên wan yên li Enbar û Hewlêrê dane ber mûşekan.

Navenda Nûçeyan- Piştî ku Îranê da zanîn dest bi vekirina tola Qasim Sulêymanî ji Amerîka kirine, Pentagonê daxuyanîyek da.

Pentagon di daxuyanîyê de ragihandîye: "Derdora saet 05:30 bi dehan mûşekên balistîk bo ser binkeyên serbazî yên Amerîkayê hatin avêtin. Ev yek aşkere ye ku ew mûşek ji alîyê Îranê ve hatine avêtin û du bingehên serbazî yên Amerîkayê yên li Enbar û Hewlêrê bûne armanc."

Pentagon herwiha dibêje, "em hewl didin zîyanên êrîşan bihesibînin.”

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes