Pentagon: Me tevî lidijderketina Tirkiyê jî deverên çavdêriyê danîn

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Bob Manning ragihand, wan tevî ku Tirkiyê îtiraz lê kiriye jî deverên çavdêriyê li sînorê herêma bakurê rojhilatê Sûriyê danîne.

Bob Manning got, "Amerîkayê di bin banê rêveberiya Wezîrê Berevaniyê James Mattis de, li sînorên bakurê rojhilatê Sûriyê bi mebesta metirsiyên hevpeymana NATOyê Tirkiyê li ber çavan bigire, deverên çavdêriyê ava kirin.”

Manning herwiha li ser îtirazên Tirkiyê diyar kir, "Em metirsiyên ewlekariyê yên Tirkiyê cidî dibînin û em ji bo pêkanîna aramiyê li Sûriyê, rijd in ku xebatên xwe kordîne bimeşînin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin