Pentegonê 300 hezar dolar bo HSDyê veqetand

Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê Pentagonê, hûrgilîyên budçeya 2020an a ku ji Kongrê daxwaz kiriye eşkere kir.

Li gor vê daxwaza ji budçeya 2020an a ji Kongreyê kiriyê, Pentagonê, 300 hezar dolar bo Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) veqetandîye. Herwiha bi çerçoweya têkoşîna li dijî DAIŞê bo ewlehîya sînorên welatên cîran jî 250 hezar dolar veqetand.

Bi vê yekê, Pentagonê bo herêmên di bin kontrola HSDê de ne, 550 hezar dolar veqetand. 

A balkêş ev e ku di belgeya Pentagonê de di bin banê 'Fona Şerî' de, gotara 'fona alîkarîyê bo hêzên hevpeyman' e ku 600 hezar dolar jî jê re hatîye veqetandin ku tê de hatîye gotin 'ev fon, beşa hêzên hevpeyman ên ku dixwazin beşdarî operasyonên Amerîkayê bibin bes ji amarên fînansî bêpar in û herwiha hêzên hevalbend û şirîkên girîng ên derveyî di xwe de dihundirîne.' Herwiha tê de hatîye dîyarkirin ku 450 hezar dolarên wê, bo alîkarîya operasyonên hevpeymanê ye, 150 hezar dolarên wê jî bo alîkarîya lojîstîkî ye.

Amerîka Haberleri

Konsulê Ermenistanê: Herêma Kurdistanê nasnameya Ermeniyan û çanda wan parastin
Mark Carney sond xwar û bû serokwezîrê Kanadayê
Li Sûriyê goreke din a komî hate dîtin: 50 term tê de ne
Axaftina xatirxwestinê ya Biden: ‘Baweriya xwe biparêzin’
Encumena wezîran ya Iraqê biryara Kerkûkê da: Wê serjimêra sala 1957an esas be