Hunermeda Kurd a operayê Pervîn Çakar diyar kir ku heta niha opera di nav civaka Kurdî de zêde belav nebûye, lê ew dikarin bi stranên gelerî, çanda operaya di nav civaka Kurdî de belav bike û ji bo operaya Kurdî ew bibe pêngava herî mezin a destpêkê.
Hunermenda operayê Pervîn Çakar da zanîn ku di navbera dengbêjî û operayê de hinek ciyawazî û xalên hevbeş hene û got: “Em dikarin bibêjin opera hunerek ji bo arîstokrata ne, lê dengbêjî ji nav gel derketiye. Bi min opera li ser bingeha dengbêjiyê hatiya destpêkirin, çimkî tevahiya civakan bandorê li hev dikin.”
Pervin Çakar diyar kir ku ew 13 sal in li ser berhêma Ehmedê Xanî ya Mem û Zîn dixebete ku bike opera û niha li benda sponsoran e.
Hunermenda operayê Pervîn Çakar bo beşdarkirina bernameyeke muzikê ji aliyê Hejar Zehawî ve bo Başûrê Kurdistanê hatiye vexwendin û bi boneya vê yekê yekem car e serdana Hewlêrê dike.
Çakar derbarê kar û hunera xwe de hevpeyvînek ligel Rûdawê pêk anî.
Cara yekemîn e tu serdana Herêma Kurdistanê dikî?
Belê ev cara yekemîn e ez têm Hêrêma Kurdistanê. Em hêj ji ber kar negeryane, tenê heta niha me Kela Hewlêrê dîtiye, ew jî gelek ciwan bû.
Mebesta te ji vê serdanê çi ye?
Ji bo beşdarkirina bernameyeke muzikê ji aliyê Hejar Zehawî hatim vexwedin. Em niha li ser jiyana min dokumantereke biçûk amade dikin.
Tu dikarî hinek behsa naveroka bernameyê bikî?
Li ser jiyana min a hûnerî dê belgefîlmek bê amadekirin. Herwiha li bajarê Silêmaniyê beşdarî panelekê dibim.
Çi bû, te biryar da stranên Kurdî di operayê de bikar bînin?
Di sala 2011an de bûyera Robozikê rû da. Wê bûyerê bandoreke mezin li ser min çêkir. Wê demê li Îtalyayê konsertekê min hebû. Min piştî konserê di medyaya civakî wêneyên Robozikê dîtin, behna min teng bû, min nezanî ez çibikim. Piştre min biryar da ku ez giraniyê bidim zimanê xwe. Min bi rêya înternetê gelek lêkolîn li ser muzika û çanda Kurdî kirin. Bi vî awayî min dest bi operaya Kurdî kir.
Dengbêjî û opera çend nêzîkî hev in?
Bêguman denbêjî û opera du mijarên ji hev cuda ne, em dikarin bibêjin du beşên hunerî yên ji hev cuda ne. Denbêjî zêdetir di nav gel de belav bûye, lê dm dikarin bibêjin opera hunerek ji bo arîstokrata ne. Bi min operayê li ser bingeha dengbêjiyê dest pê kiriye. Çimkî tevahiya civakan bandorê li hev dikin. Di navbera opera û dengbêjiyê de gelek xalên hevbeş û wekhev jî hene. Di stranên dengbêjiyê de carna dengbêj dengê xwe bilind dike, carnan jî nizim dike û carna jî wekî axaftin dibêje, ev teknîk di operayê de jî tê bikaranîn.
Di operayê de orchestra tê bikaranîn, lê dengbêjî dikare ji aliyê yek kesî ve û bê amûrên muzikê jî be. Hem di dengbêjiyê de û hem di operayê de mijarek heye. Ji bo operayê dekor, kostûm û orchestra pêwîst e, lê ji bo dengbêjiyê pêwîstî bi van nîne.Bi min divê kesên dengbêj gelek jîr bin, eger jîr nebin nikarin çîrok an jî destaneke vebêjin.
Tu herî zêde guhdariya kîjan dengbêjan dikî?
Ez gelek ji Miradê Kinê û Şakiro hez dikim. Herî zêde guhdariya Şakiro dikim. Hunermedekî gelek mezin e.
Projeya te ya li ser Mem û Zînê giheşte kîjan qonaxê?
Ev nêzîkî 13 salan e ez li ser berhama Mem û Zînê dixebitim ku bikim opera, bi taybetî di mijara sponsoran de. Wekî me behs kirî ji bo operayê pêwîstî bi salon, kostûm, orchestra, liberatosu û çend tişt din heye û kareke zehmet e, û semyan jê re divê. Lewma pêwîstî bi sponsoran heye. Eger em sponsoreke baş bibînin destpê dikin.
Bi min divê em çîroka Mem û Zîn li tevahiya cîhanê bidin bihîstin û zanîn.
Ji bo vê projeyê ti daxwazek te, ji Hikûmeta Herêma Kurdistan an jî saziyên peywindîdar hebûye?
Heta niha min daxwaz nekeriye, lê ez niha bi rêya we daxwaze alîkariyê ji hikûmeta Herêma Kurdistan, karsaz û saziyên peywindîdar dikim. Eger piştevaniyê bikim em dê çanda Kurdî bi taybetî muzika Kurdî li cîhanî bidin nasandin.
Li ser zaravayên Kurdî; Zazakî û Soranî jî xebatên te hene?
Heta niha opera di nav civaka Kurdî de gele belav nebûye. Weke tu jî dizanî ez stranên gelerî yên Kurdî bi teknîka operayê dibêjim. Ez dixwazim bi saya vê yekê opera di nav civaka Kurdî de belav bibe. Belê ez dixwazim di albuma min de stranên Zazakî û Soranî jî hebin, ez li ser vê yekê dixebitim. Em dikarin bi stranên gelerî çanda operaya di nav civaka Kurdî de belav bike û ji bo operaya Kurdî ew bibe pêngava herî mezin a destpêkê.
Xelkê Ewropayê operaya Kurdî çawa dinerxînin?
Li bakurê Îtalyayê çend pêkhateyên ji hev ciwayaz hene û rewşa wan jî wekî ya Kurdan e. Li Sicîlya û Sardenyayê jî heman tişt heye. Ew bi erênî pêşwaziya min dikin û ji Kurdan hez dikin. Bi taybetî eleqeyeke baş didin muzika Kurdî. Îtalyan ji rewşa Kurdan agahdar in, lewma gelek piştevaniya Kurdan dikin.
Kurd bi çi çavî li operayê dinêrin?
Gelek bi erênî pêşwaziyê li berhemên min dikin. Ez stranên me yên gelerî bi teknîka operayê dibêjim. Wekî min gotî ev gavek e ji bo operaya Kurdî. Cara yekem e Kurd guhdariya operaya Kurdî dikin. Berê muzika pop, erebesk û cureyên din ên muzikê guhdar kiribûn, lê operaya Kurdî cara ewil e, bi vî awayî guhdar dikin.
Ji niha şûn de çi projeyên te hene?
Konsertên min dê berdewam bin. Plana min heye ku li Tirkiyê çend konsertan saz bikim. Herwiha li Berlînê konserteke min heye. Piştre li Îtalyayê dê konserekê saz bikim. Ez dê li wê derê stranên Kurdî bi şêweya rojavayî pêşkeş bikim.
Pervîn Çakar kî ye?
Di sala 1981’ê de li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayîk bûye dinê. Di sala 1995an de li Lîseya Hunerî ya Anadoluyê ya Amedê dest bi perwerdeyê kiriye. Di sala 2003yan li Zanîngehê Gazî ya Enqerê, Beşa Hunerê ya Deng xwendiye. Di sala 2008an de ji Konservatuara Dewletê ya Perugîayê di asta “heri baş” de destûrname wergirtîye.
Hunermenda Kurd Pervin Çakar di gelek pêşbazîya Operayê yên girîng de xelat wergirtine.