Perwerdekar   

Şerefxan Cizîrî

                 

Mirovên ku bi karê perwerdê dadikevin, divê beriya hemû tiştan ji xwe bipirsin; ez çiqasî perwerdekirî me? Mirovê perwerdekar divê hergav amade be ku zanebûna xwe zêde bike, zanebûna xwe parve bike û tucara jibîrneke ku mirov him perwerdekar e û him jî şagirt e.

Di civatan de tucara mirov tenê nabin perwerdekar, Di pêvajoya perwerdê de mirov him dibe perwerdekar û him jî dibe şagirt. Ma perwerdekarê ku bibêje; zanebûna min têra min heye û hewcedariya min bi zanenûbeke zêdetir, nû û bikêrhatî tüneye, bi rastî çiqasî wateya perwerdê rast fêmkirîye?

Em dizanin ku rêberên olî hergav ji pirtûkên olî buyer û hedîsan pêşkêş dikin.

Ma bi rastî hewcedariya van reberên olî bi zanebûnên nû, hemdemî û pratîkî tuneye?

Ma di pirtûkên piroz de qala jiyana modern tê kirin?

Ma hema oldarî tenê qala cûnet û cehnemê ye?

Ma ne divê ol bersiva jiyana me ya nûha ji bide?

Ew daxwaz ji bona hemû cûrê çalakiyên civakî derbas dibin.

Hilbet mebesta min bi perwerdekaran ne tenê mamoste ne, bi mamostan re dê û bav, niviskar, rojnamevan, siyasetmedar, peşengên olî ûhw. Hemû bi hevdû re li ser pirsgirêka perwerdê xwedî bandor in. Ji ber vê rastiya hanê jî pirsên min ji bona hemû qategoriyên sosyal ku pêşengî, rêberî, serokatî û sermîyantîya civakê dikin derbas dibin…

Mirov bi hêsanî dikare bibêje; hemû kes di jîyanê de perwerdekar e.

Lê weke ku Marks jî dibêje; hemû perwerdekar hewcedarê perwerdê ne!

Baş tê zanîn ku perwerde ne tenê di nava çar diwarê dibistanan de pêk tê. Perwerde di civakê de pêvajoyeke ku hertim berdewam e. Ev pêvajo dikare afirîner be, dikare derengmayî be, dikare pasîf be, dikare neyênî be..

Ji ber vê yekê pêvajoya perwerdê, pêvajoyeke diyalektîkî ye. Di hemû waran de piralî ye. Perwerde ne rewşeke qeşagirtiye. Ne hergav di cîhê xwe de rawestiya ye. Ango hêz, nirx û pîvanên ku li dijî hevdû ne, di heman pêvajoyê de, bî hevdû re bi çirê jî dileyîzin!

Bi hevdû re dikevin nava berberiyê, fêde û zirara nirxên wana li bêjingan dikeve, ji hêla pratîk de tên parzûnandin û di dawî de an dibin bar ji mirovan re an jî mirovan berbî azadî û rizgaribûnê de dibin.

Perwerde divê xizmetê ji azadî û rizgarbûna mirovan re bike. Ya na ew nabe perwerde.

Çavkaniyên perwerdê, alav û kanalên ku perwerde pêtêkirin bîst û çar seatan kardikin. Perwerde bi qasî ku tiştên, nirxên, nêrînên baş pêşkeş dike, pê re tiştên xerab jî pêşkêş dike. Ji bona mînak; gelek caran mejîşûştin weke perwerde tê bi navkirin. Bi taybet jî hêzên sîyasî û dewletî dikarin mejîşûştinê weke perwerde bi nav bikin…Lê mejîşûştin nabe perwerde.

Gava ku perwerde têne li gora formasyoneke teng pêşde biçe, perwerde nabe civakî. Ji ber ku civak piralî ye, divê perwerde jî piralî be, divê pir nirxî be jî, xerabî û başîyê bi hevdu re fêrî mirovan bike.Girêdana wan nirxan baş zelal bike. Xerabî û başîyê bi xetên qalîn raxe ber çavan.

Ma mirovê ku nizani be taritî çîye ew ê çava qîmeta ronahîyê fêm bike?

Ma ku mirov tehlîyê nizani be, wateya şêranîyê wê gavê ji bona wîna dibe çî? Ma mekrohî û bedewbûn jî ne wilo ye?

Perwerde divê civakê, dîrokê û jîyanê bi hemû rastî û xwariya wana pêşkêşî mirovan bike…

Çi di komelayekê de, çi di dibistanekê de, çi di rêxistineke de, çi di rojnameyekê de, çi di pirtûkekê de…

Neqandin û hilbijartin jî karê mirovên şagirt e! Şagirt jî bêşik ew ê dûra bibe perwerdekar…

Û perwerdekar wê dîsa bibe şagirt! Ma jiyana şênber ne wilo birêve diçe?