Li Tirkiyê dawî li nîqaşên ser sekulerîzm û oldariyê nayê, bi taybetî jî di warê perwerdeyê de. Wezareta Perwerdeya Tirkiyê, biryar da ku ji bo zarokên temen 4-6 salî ku di qonaxa kirêşê de ne perwerdeya olî bê dayîn.
Li Tirkiyê carekê din nîqaşên li ser sekulerîzm û oldariyê gur dibe. Lewra di 20emîn civîna Şûraya Neteweyî ya Wezareta Perwerdeya Tirkiyê de pêşniyaza perwerdeya dînî bo zarokên temen 4-6 salî ku di qonaxa kirêşê de ne hat qebûlkirin.
Her çiqas biryar hêj nebûbe yasayî û neçarî jî gelek sendîkayên perwerdeyê vê biryarê bi hinceta ku pedagojîk nîne qebûl nakin. Her wiha pedagogdibêjin, eger heye ku perwerdeya olî bo zarokên temen 4-6 salî zirarê bide ser pêşveçûyîna fizikî û zîhnî ya zarokan. Lê alî û sendîkayên ku vê biryarê bi erênî pêşwazî dikin jî hene û dibêjin ku, Tirkiye welatekî misilman e û ev perwerde asayî ye. Li aliyê din li Tirkiyê beşekî xelk û hin alî jî li dijî perwerdeya olî ya neçarî ne û naxwazin ku terîqet, cemaet û weqfên olî tevlî mijara perwerdeyê bibin.
Hin pedagog û psikiyatrisên zarokan dibêjin, perwerdeya olî bo zarokên temen 4-6 salî ku hêj neserwextê tiştên neberbiçav in zanistî nîne û wê zirarê bide ser pêşveçûyîna fizikî û zîhnî ya zarokan.
Psîkiyatrîsê Zarokan Prof. Dr. Mazlum Çopur dibêje: “Têgehên wek Xweda, pêxember, dinyaya din, bihuşt û dojeh têgehên neberbiçav in. Bes zarokên 4-6 salî zarokên temen 7-8 salî jî nikarin serxwet bibin. Ev nêrîna me ya şexsî nîne. Li cîhanê jî bi lêkolînan isbat bûye ku perwerdeya olî bo zarokên piçûk rê li ber gelek problemên rûhî vedike.”
Biryar her çiqas bi yasayî nehatibe mecbûrîkirin jî ji aliyê gelek sendika û saziyên perwerdehiyê ve rastê bertek û nerazîbûnan tê. Li gorî Sendîkaya Egitim Senê ku civîna wezaretê boykot kiribûn û beşdar nebûbûn biryara hatiye dayîn li dijî Peymana Mafên Zarokan e.
Serokê Egitim Senê yê Stenbolê Mesut Mike jî got: “Di demên dawî de ji ber ku desthilat pir lawaz dibe zêdetir daxwazên girseya xwe tîne cih. Niha bi zexta cemaetan bo zarokên 4-6 salî wê perwerdeya olî bidin. Desthilat dixwaze bi vê perwerdeyê nifşekê dîndar û zebtûrept mezin bike. Lê em vê yekê qebûl nakin.”
Di civîna Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê de pêşniyaza perwerdeya dînî bo zarokên di qonaxa kreşê de ne ji aliyê sendikaya Egitim Bir Senê ve ku nêzî hikûmetê ne hatibû pêşkêş kirin. Berpirsên Egitim Bir Senê li dijî rexne û nerazîbûnan destnîşan dikin ku Tirkiye welatekî misilman e û divê ev perwerde wek dersa hilbijarî bê dayîn.
Nûnerê Memur Sen û Egitim Bir Senê yê Stenbolê Talat Yavuz jî got: “Me pêşniyaza xwe bi alternatîf pêşkêşî civînê kir. Ya ewil modela perwerdeya ol û exlaqê heye ku bi salên dirêj e tê cibicihkirin. Dibe ku di heyama krêşê de ev ders bê dayîn. Ger ev yek bibe pirsgirêk, meriv dikare wek dersa bijarte cibicih bike.”
Li Tirkiye û bakur li dibistanên dewletê yên seretayî, navîn û lîseyan dersa perwerdeya dînî mecbûrî ye û ders bes li gorî mezheba Henîfîtî ya ola Îslamê tê dayîn û di mufredatê de ol û baweriyên cihê cih nagre.