Ez pesimîstim. Çima?
Ezê bi çar noktan/fenomenan bersiva vê pirsê bidim:
1)Ferdî/șexsî: dostekîminî hêja ku li welatekî Awrûpa dijî, di kar û xebatên edebîde gelek aktiv- û zîreke. Lewra min ew weha dizanî û dinasî: ”ew entelektuelekî kurdî xerbîye/awrûpîye” - lê piștî ku me çend caran hev li derên resmî/gelerî dît û bêhtir hevnasîn(rabûn û rûniștin, karakter ûhw.) min di bawerî- û dîtinên xwe de li ser vî camerî guhertinek çêkir û ew guhertin jî evaye: ”ew entelektuelekî kurdî șerqîye/orîentalîye.” Her çiqas entelektûalîzm gelek entrese, kar û xebat dixwazê jî divêt gelek ji me vê fenomenê bo xwe bikne hedef, da em bikarin bi dijminên xwe re bi mantiq û aqilana/bi zanyarî bi tekoșin.
2)Kom/kolektîvî: bê goman li BAKUR dilxwazî û keft û left hebê jî, hêvî mîna tiștên dibinê deryayên dene, ewan hêvîyan kûr û dûrin.
Li ROJHELAT pizrûk û hinek dilxweșî xwîyadike, lê ewên ku dixwazin van pizrûk- û dilxweșîyan bimrênin û bikûjin gelekî zilm, barbar û dijminên hemû tișt û formên gelê kurdin. Agir wê geșnebê di van nêzîkande.
3)Li BAȘÛR rewș STATUS QUO´ye.
4)Li ROJAVA derya jî tuneye û lewra em hew dizanin bê ma wê çi di kûratî û dûratîyêde hebê. Tiștekî ecêbe ku xencera tirko li ser qirka wana(Rêvebirîya xweser) û ewan hêjî kongrên grubêndinî hemwelatî- yên xwe qedexe dikin û kesên ne ji felsefan wan be di revênin. Ez bawerim wê ne sosyolog û ne jî psîkolog bikarin rihet bo vî tiștî îzahekê bikin.
3) Coxrafîk/tabîat: zûrîyeta dewletên împaratorên berê; șax û newal, çîya û daristan û çem û xweșîyên Kurdistan bombeberandikin, xwezaya me di lewitênin, jahra madeyên tehlîke û pîs li welatême dirijênin û jînê têkdibin.
4) Awrûpa û Amerîka: bi dev anjî li ser kaxezê têt gotin ku dijberîya neheqîyê û pêwîstbûna hûmanîzmê giringe û divêt hebê, lê di realîtêde menfaet û ticaret hê giringtire. Tek tûk ferd anjî grûb hene ku piștgirên kurdana, lê mîna dewlet û organîsyonên enternasyonal piștgir tuneye – ewan bi piranî dewletên ku kurdan diperçiqênin guhdarîdikin.
Gelî xwendevanan hun dibînin ku ez di vê nivîsêde pesimîstim, lê helbet nabêt ku ne ez û ne jî kesekîdin her tim û tim pesimîstbe – divêt em hemû xwedî bawerîyên dijberî pesimîzmêbin û ew babet jî bo nivîsa werê ye.