Fîlozofek, nivîskarek, derhênerek û danasîna „Pêşmerge" di baregeha Netewên yekbûyî de.
Xwedîyê vê dîplomasîyê û çalakîyê Bernard Henri Levy ye.
Bernard Henrî Levy, ji sala 1971an de ji bona netewên bindest, li ser şerê navxweyî û di qadên şer de; wek rojnamevan, nivîskar, fîlozof û derhêner xebitîye. Bala cîhanê kişandîye ser van deverên şer û xwestîye ku derîyekî xêrê ji wan re vebe.
Kurdan cara yekem navê Bernard Henri Levy bi şerê li henber terorîstên DAÎŞ re bihîst.
Bernard Henri Levy; li Kurdistan di sengerên şer de bi pêşmergan re, wek dostekî kurdan, wek rojnamevanekî, nûçegerekî, derhênerekî xebitî. Di sengerên şer de hêvîya kurdan xurt kir. Moral da û bû heyranê helwest, mirovatî, şervanî û qahremanîya kurdan û pêşmergan. Li cîhanê bû dengê Kurd û Pêşmerge di qada şer de .
Qeneat anî û biryar da ku, „divê ez pêşmerge bi cîhanê bidim naskirin!"
Tîma xwe a fîlm anî ênîya şer û dest bi afirandina "Belgewara Pêşmerge" kir.
Di dema referandûma serxwebûna Kurdistan de „referandûm û serxwebûn" ji kurdan re „mafekî rewa" dît û parast. Nerînên xwe bi roportaj, daxuyanî û nivîsan anî ziman.
Di dema referandûmê de bi kurdan re daxwaz û serkevtinên Kurdistan parvekir û wek çavdêrekî bû şopînerê referandûmê. Serkevtinên referandûmê ji cîhanê re tomar kir û got;
„kurdan pir tişt daye cîhanê. Ev dem dema xwedî lêderketin û parastina serxwebûna Kurdistan e! Ew sebebên ku ji bona dijraberîya referandûmê tên nîşan, ne dicîh de ne. Dema ku divêtîya Rojhilat bi kurdan hebe bikar tîne. Lê ku Kurd dikevin tengasîyê wan tenê dihêlin û sebeban didin nîşan. Ev karekî ne epîke û rûreşîye!"
Piştî referandûma serxwebûna Kurdistan jî; Bernard Henri Levy piştgirî û çalakîyên xwe ji bona serxwebûna Kurdistan meşand û projeyek din pêk anî. Bi serokê projê Cosh Blok re di baregeha NY de nimayîşkirina „Belgewara Filmê Pêşmerge!" bi vê helwestê anî ziman;
"nimayişkirina wê fîlmê li baregeha sereke ya Netewên Yekgirtî li ser daxwaza balyozên Fransa û Brîtanyayê bûye. Levy herwiha dibêje, fîlma Pêşmerge dê nîşan bide, ka cîhan heta çi qasî deyndarê Kurd e."
Di derheqa armancên vê projê de Serokê projê Cosh Blok jî tîne ziman ku:
„Ev projeyek pir xurt bû. Me xwest ku em çalakvanîya Kurd û Pêşmerge derxin holê û pêş cîhanê bikin.Civaka navnetewî û YDA piştgirî û alîkarî qut kir. Ev xemgînîyek pir mezine. Ji ber ku pêşmerge ji bo me jî şer dikir!"
Bi sedan salane Kurd li berxwe didin. Pir jenosîd, qirkirin, enfal, talan û koçberî dîtin. Hebûna wan hat înkarkirin. Ketin bin asîmîlasyonek malwêranî. Girtin, kujtin û zîndan bi dehan salan bû beşek ji jiyana Kurd û Kurdistanîyan. Lê her derîyê NY Ji kurdan re girtî ma! Berjewendîyên navdewletî û têkilîyên berjewendîkar ji van kirinan re çav û guhên xwe girtin, ji kurdan re ew derî her girtî hiştin. Ne tenê dorpêçek herêmî, dorpêçek navdewletî jî her pêşîya kurdan digirt.
Bernard Henri Levy ev derî vekir:
Nimayîşkirina belgewara Pêşmerge di baregeha NY de gavek ji bona vekirina vî derî bû despêk ji kurdan re. Nûnerên diplîmasî ya Kurdistan, bi tena serê xwe derneketin wê kursîya qada navnetewî û doza netewa xwe neparastin(!) Di vî warî de serkevtî nebûn. Lê pêşmerge bi xwe derket wê kursîyê û peyivî. Bernard Henri Levy bi van xetan girîngîya vê projê derxist pêş:
"Balyozên Fransa û Brîtanya û ez, em dê biaxivîn, lê belê Pêşmerge û fîlm dê bi xwe biaxivin û pêwîstî bi rohnîkirinê nîne, her kes ku dilekî baş hebe û wê fîlmê bibîne, divê wê yekê fêm bike ku şaristanî bêyî Kurd dibe ku çawan be."
Bêlê wê şaristanîyek bê Kurd kêm û seqet be. Bernard Henri Levy bi fîlmê Pêşmerge di bargeha NY de pêş cîhanê kir û li nav çavên 193 dîplomat, kesayetîyên neqî û payebilind 600 kesî mêze kir. Helwesta wan, bêdengîya wan, durûtîya wan şermezar kir. Ev çeka pêşmerge, wek toqatekê di baregeha NY de da navçavên wan û got:
"Nimayişê fîlmê gelek giring e, çimku rastiya Pêşmerge nîşan dide, mêrxasiya Pêşmerge ji rojava û cîhanê re derdixe, danasîneke din a Kurd nîşan dide û ti gumana te namîne li ser wê yekê ku Kurd kî ye, wê yekê nîşan dide, ku Kurd û nirxên wê ciyawaz in." Û eşkere dike ku;
"ev fîlm dê wê yekê nîşan bide ku heta çi qasî ew deyndarên Kurdan in, û xiyaneta li Kurd çi qasî şerm e!"
Di dîroka berxwedana Kurdistan de, du kesayetîyên qedirbilind û dostên kurdan ji dil hebûn. Her dû qedirbilind jî ji Fransa derketin. Yek "dayîka kurdan" Madam Mterand bû ku Kurd ji êrîş û qirkirinan parast û bû dengê Kurdan yê cîhanê. Yê duyem jî Bernard Henri Levy ye.
Hêvî û dostanîya xwe, dilsozîya xwe jî bi van hevokan tîne ziman, Bernard Henri Levy:
"Kurd li seranserê cîhanê dost hene, ez hest bi wê rewşa niha ya Kurd dikim, ku wisa hest dikin ku hatine piştguhxistin û tenê Çîya û ezman hene, lê belê Kurd dost hene, dostên Kurd bo nimayişkirina fîlmê, Netewên Yekgirtî razî kirine."
Bernard Henri Levy, di derheqa Kurd û Kurdistan de hêvî û bawerîyên xwe jî bi vê hevokê tîne ziman:
"Şervanên Kurdistan heyranîya cîhanî heqkirine. Ew ronahîya çîyayên Kurdistan, wê tên û şewqa xwe bide Rojhilata Naverast!"
Di nav tirkan de ji Rojname ya "Sol" bigire heta "Sabah" bi "provaqatorî" û "sîxurê Yahûdî"yan ev kesê qedirbilind binav kirin û ev çarsal e dijminatîya cenabê Bernard Henri Levy dikin.
Gelo çapemenîya Kurdan, dengê kurdan ya serxwebûnxwaz çiqasî xwedî li Bernard Henri Levy û dostanîya wî derketin?
Serxwebûna Kurdistan, avakirina dewletek Kurdistanî, wek sersotek agir ketîye destê Kurdan! Dişewitîne, ji tirsan kes newêre bigire destê xwe. Danasîna dostên wek Bernard Henri Levy jî ji tirkan re hiştine.
Ma ev jî ne sosrete ji kurdan re?
30.11.2017