Pêşmerge li Gwêrê bi IŞİD ê re şer kir

.

Li gor ragihandina K24 ê; hêzên Pêşmerge li Gwêrê li gundê Kepraniyê 5 çekdarên IŞİD ê dîtine û bi wan re ketine şer. Hat gotin ku gundiyên Kepraniyê jî destekê dane Pêşmerge. Di encamê de her 5 çekdarên IŞİD ê hatine kuştin.

Rêvebirê bajarokê Gwêrê Mesûd Nûrî ji bo K24 ê ragihandiye ku duhî IŞİD ê êrîşê biriye ser Haşdî Şabî û 6 kesan ji wan kuştiye.

Nûrî, her weha gotiye ku do IŞID ê ji gundê Kepraniyê şivanekî jî revandine.

Kurdistan Haberleri

Li Brûkselê semînereke danasîna PWKyê û rojeva sîyasî ya Kurdistanê!
2 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin vegeriyan Başûrê Kurdistanê
Serokkomariya Sûriyeyê li ser Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
MÊRDÎN - 50 saliya nivîskariya Berken Bereh hat pîrozkirin
Jineke ji Rojhilatê Kurdistanê ferhenga Kurdî ya termên yasayî amade kiriye