Li gorî ragihandina NRTyê, spartiye malpera AvaTudehê îro roja şemê, serê sibehê li ser sînorê bajarê Şino yê bi ser parêzgeha Ûrmiyeyê komeke pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê — Îran (PDK-Î) êrîşê ser pasdarên Îranê kir û di encamê de şer û pevçûn rûda.
Hat diyarkirin ku di encama şer û pevçûnan de 9 leşkerên artêşa Îranê mirin û 17 leşker jî birîndar bûn lê derbarê ziyanên pêşmergeyan de ti agahî nehatin belavkirin.
Ji aliyê din ve di nûçeyê de hat gotin ku berpirsên PDK-Î yên li parêzgeha Silêmanî ya Herêma Kurdistanê ev aagahî red kir û got, ji aliyê navenda PDK-Îyê ve ti daxuyanî nehatiye belavkirin.