Hat gotin, şerê di navbera pêşmerge û hêzên Îranê de li gundê Zêwê yê Pîranşarê qewimî ye û di encama wî şerî de 6 leşkerên Îranê hatine kuştin.
Herwiha hat diyarkirin ku şer 3yê Çile piştî nîvro rû daye û piştî demekê ku şer bidawî bûye jî hêzeke mezin a Supaya Pasdaran li navçeyê hatiye belavkirin.
Li gor jêderên PDKÎyê, kiryarên nebaş ên hêzên Îranê yên bi ser gundiyan de bûne sedema wî şerî û pêşmergeyan wekî bertek êrîşî hêzên Îranê kiriye.
Tê ragihandin ku hêzên pasdarên Îranê bi narincokan êrîşî gundiyên Zêwê kiriye û herwiha zext li wan kirine.
REUTERS: LI PÎRANŞARÊ 3 ENDAMÊN ÎSTIXBARATA ÎRANÊ HATIN KUŞTIN
Li aliyê din li ser heman bûyerê, ajansa Reutersê jî nûçeyek belav kir ku dispêre rayedarên Îranî û tê de dibêje, 3 endamên îstixbarata Îranê di bûyerên li Pîranşarê qewimîne de hatine kuştin.