Cano Amedî
Carcaran ez li ser portala X (twiterê) sohbetên cur be cur gohdar dikim. Bi rîya teknolojîyê, beşdarî xurfeyên şevbêrkên modern dibim. Bi giranî ez dibînim ku piranîya beşdaran û kesên di axifîn li welatên Ewropa dijîn û piranîya wan,demekî bi şeweyekî, di nav refên rêxistinekî de kar kirine, zehmetî dîtine, keda xwe bê şert û merc radestî rêxistinên xwe kirine û beşek jiyana wan di nav refên rêxistinekî de derbas bûye, an jî birîndarê sazîyekî, rêxistinekî, partîyekî ne! Ji ber ku derûnîya birîndarîyê li ser wan travmayên giran çêkirîye. Di axaftinên xwe de, di nirxandin û şîrove kirinê xwe de hişmendîya dijberîya rêxistinbûyinê derdixin pêş. Weke ew kesên ji darê zirar bibînin hemû daristanê didin ber şewitanfinê. Ji ber ku bala xwe li ser darekî kom dikin, demek şûnda daristanê nabînin. Ew jî rê li ber nirxandin û şîrove kirinên rasteqîn dixitimîne. Ev şêwe jî axaftvan ji armancên xwe dûr dixe û rê li ber gengeşîyên vala xweştir dike.
Divê her kurdistanî baş bizanibe ku heta îro sebebê em bi serneketine! Yek jê jî, ji ber ku tunebûna hişmendîya netewî û bêrexistinbûyina milletê Kurd bûye! Heta îro ew rêxistin û organîzasyonên me yên ser stratejiyek netewî tevgerîyaye kêmin an tune bûye. Hewldanên çe bûne heremî, demkî an loqal mane. Piranî bi hişmendîya bayê demê tevgerîyane an jî bi perspektîfa têkoşîna çînî, xwestine kar û xebatên doza netewî bidomînin. Herkes dizane ku gava bişkoka pêşî bi şaşî bê qefilandin wê yên din jî şaş bênqefilandin!
Dîrok daye îspatkirin ku civat û netewên ji organîzasyon û rêxistinbûnê bêparin her dem ji azadî û mafê desthilatdarîyê, ji hûqûq û edelatê dûrin. Di van salên dawî de em hemû baş dizanin ku ji ber bê rêxistinbûnê û ji ber bêhêzbûna xeta netewî suwarên xirab li ber derê me hespên xwe bezandin. Me kêmasî û şaşîyên xwe bin palas kir û dest bi gilî gazinan kir.
Divê herkes baş bizanibe rêxistina herî xirab ji bêrêxistinbûnê çêtire. Gava mirov bixwaze û hewlbide dikare di şûna ya xirab de ya baştirîn ava bike, bi guherîne, an alternatîfek nû peyder bike. Ev mafê her kurdperwerekî ye.
Heqaret, bê rêzî û dijberîya rêxistinbûyinê ne helwestek niştimanperwerîyê ye. Dive ji bo hêzbûna rêxistinekî netewî em piştgirên doza netewî bin. Ev ji li gorî şert û îmkanan, li gorî cîh û demê bi şêweyekî em keda xwe bixin nav kedek hevpar. Divê em bi hevra, bi hişmendîyek netewî, bi hestên milletbûnê sînerjîya xwe reorganîze bikin û ber bi encamên dewletbûnê ve bi meşin.
Hemû milletên bindest bi rêxistin û organîzasyonên milî têkoşîna xwe meşandine û bi ser ketine. Em jî dizanin ku sir û formula serkeftinê girêdayê hebûna hişmendîya netewî û bi hêzkirina stratejiyek milî ye.
Rêxistinbûn ne tenê partî, grûp, tevger, derdor an grûban pêktê. Di hemû beşên jiyanê de pêwîstîya hebûna rêxistinbûnê ferze! Di warê siyasî, civakî, aborî, çandî û jiyanek Kurdewarî de hemû şêweyên rêxistinbûnê pêwiste!
Ji bo aborîyek milî, ji bo mejûyek netewî, ji bo hest û bertekên milî pêwistîya me bi aqlê kurdî heye. Ji ber wê yekê divê em portal û dîkên medyaya civakî ji bo hêzbûna hişmendîya netewî û ava kirina rêxistinbûnên milî bi kar bînin. Em hevdû gohdar bikin û hevdû fam bikin. Divê em bi hevra hewlbidin ku li şûna "aqlê protez" aqlê kurdî desthilatdar bikin. Qet nebe em dikarin li ser dîroka Cuhîyan serê xwe biêşînin û ji dîrok û hişmendîya wan sûd bigirin.
Bi taybetî ew kesên bi zanebûn an bi nezanî demekî xwîn dane hêza xirabîyê, rê li ber xweşkirîne, derî li ber alternatîf bûnê girtine, mafê wan tuneye dijberîya rêxistinbûyinê bikin. Ew kes dikarin bi derbasbûyina xwe re, bi ked û xebatên xwe re rûbirû bibin û muhasebeyek ûjdanî bikin. Divê bê zanîn ku bêhûqûqî û bê ûjdanî ne karê welatparêzan e!
Bi kurtayî, divê hêvî û armancên me, helwest û bertekên me li gorî bingeha berjewedîyên netewî be! Divê em tu carî berjewedîyên partî, rêxistin, grûp, hizbî û kesayetî li ser berjewedîyên netewî negirin û rê nedin ku berjewedîyên netewî têkbiçe. Teknolojî nîmetek zêrîne, divê em ji bo çekirin û avakirinê bi kar bînin. Jibîr nekin zimanê çêkir, hişmendîyek milî dikare sînerjîyek zîndî derxe holê. Ev jî girêdayê hewldan û kedek hevpar e!
Ji bîr nekin aqlê kurdî rê li ber desthilatdarî û destkeftiyên netewî xweştir dike. Aqlê îdeolojîk jî rê li ber derûnîya kerîyê kor û mîrîtiyê geş dike.
4.2.2025 Cano Amedî