Peyama Navenda Birêveberiya Giştiuya Hizbê bi hilkefta duyemîn salvegera tevgera Jînayê

.

Peyama Navenda Birêveberiya Giştiuya Hizbê bi hilkefta duyemîn salvegera tevgera Jînayê

2 salan berî niha û li 25ê Xermanana 1401 de kuştina keçeke Kurd a xelkê bajarê Seqizê ya bi navê “Jîna Emînî” ji aliyê geşta îrşad a rêjîma komara Îslamiya Îranê li bajarê Têhranê, bû sedema serhildana tevgereke giştî ku bi tevgera “Jîna”yê hate naskirin. Tevgera Jînayê ku li Kurdistanê û bi diruşma serekiya “Jin Jiyan Azadî”yê dest pêkir, bi lezgînî piraniya bajarên Îranê û bi taybet li deverên netewên mafzewtkirî li welat girte ber xwe û pel havête nav şeqam û meydanên giştî yên welatên derve û bala gelek ji kor û komên navnetewî bo aliyê xwe rakêşa.

Tevgera Jînayê ku berhema xebata ji mêjve ya mafxwazaneya xelkê Kurdistan, teqîna kerb û bêzariya xelkê ji rêjîmê û lêkevtên pangurî yên xwest û daxwziyên bersivnedayî yên 10an salan a piraniya gelên Îranê û bikêrnehatîbûna desthilatê û hevdem serkuta sîstematîk a komara Îslamî bû, cihê serîhildana vê Kurdistan bû. Bi wateyek din, tevgera Jînayê li Kurdistanê de serî hilda û bi vê diruşma serekiya xwe ku li şeqamên Kurdistanê de hatibû hildanê, li bajar û deverên din ên Îranê de belav bû û her bo piştevanîkirina Kurdistanê jî bû li destpêka tevgerê de xelkê cihê din ên Îranê beşdarî kirin. Ev bo Kurdistan û tevgera mafxwazaneya vê ku dehan sal bû bi dîêtingeheke ewlehî vê dihate mêzekirin û bi dehan buxtan û tohmetên narewa lêldabûn, derfeteke zêrîn a siyasî bû.

Reftar û helwîsta mukumane a xelkê Kurdistanê û peyamên vê tevgerê li şeqamên Kurdistanê bi qasek modern û mafxwazane û şaristanî bûn ku xelkê cihên din ên Îranê bi diruşmên “Kurdistan Kurdistan Em piştevaniy li te dikin” û “Kurdistan Kurdistan çav û çiraya Îran”ê beşdarî li vê tevgerê de kirin. Ev lêkevt û karlêkeriyane bo rêjîma komara îslamiya Îranê ku her ji destpêka hatineserkara xwe ve li hember Kurdistanê û daxwaziyên siyasî û netewiyên vê siyaseta dijîgel û ewlehî girtibû ber xwe û bi dehan sal bû li ser lekedarkirina kesayetiya Kurd û pirsên siyasiya kurd kar kiribû, nedihate qebûlkirin. Lewma bi dariştina pîlanên hemûalî yê odeyên ewlehî bi kodremza “tecziye telebî” hevdem digel poropagendayên berfireh ên teblîxatî û rêkxistinkirina artêşa saybêrî bo êrîşkirin ser naveroka tevgerê û girêdana vê bi destên derekî, rê bo serkuta bi xwîna şoreşvanên ser şeqamên Kurdistanê û êrîşa mûşekî bo ser binke û bargehên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û hizb û aliyên din ên Kurdistanê xweş kir.

Armanca komara îslamiya Îranê li vê serkutkirin û êrîşane bi taybet êrîşkirina bo ser Hizbên siyasiyên Kurdistanê, jirêderxistina hizra giştî ya xelkê deverên din ên Îranê, peydakirina hêcetê bo serkuta zêdetir, tirsandina xelkê û beşek ji aliyên opozîsiyona li wehma “hilveşan û dabeşbûna Îranê” bû ku her wek hate îşarekirin, rêjîmê bi kodremza “tecziye telebî” pîlan bo dariştibû.

Xelkê Îranê bi yekîtî û bi beşdariya hemû parên civakê û piştevanîkirina Îraniyên li diyasporayê zêdetie ji 3 heyvan, tevî berdewamiya serkutkariyên rêjîmê ku bi sedan kes şehîd û birîndarbûna hezaran kes û girtina dehan hezar kes li xwenîşanderan li pey xwe anî, li tevgera Jînayê de bi berdewamî li ser şeqam û meydanên curbicur xebat li dijî dîktatoriyê û serberedayîya komara îslamî de bûn. Tevî ku tevgera “Jin Jiyan Azadî”bi sedema hinek sedemên bingehîne derveyî û pêwendîdar bi bereya opozîsiyonê bi armancên bingehîn ên xwe anku, guherînên binyatî û avakirina Îraneke nû negihîşt, lê her wek li şorovekirinên Hizba Dîmokrat a Kurdiustana Îranê de hatiye, “mezintirîn û bihêztirîn tevgera nerizazyetiya medenî li dîroka desthilatdariya komara îslamî de bû ku çi li navxwe û çi li nav îraniyên derveyî Îranê ji aliyek vekhevî û hiviyeke zêde li nav xelkê de afirandibû û komara îslamî gelek tengav kir û ji aliyê din ve jî, dengvedana vê serîhildan û tevgerê li asta civaka navnetewî, kor û kombûnên siyasî û torên civakî de bala raya giştî ya cîhanê bo aliyê xwe rakêşa.

Li cihê xwe de ye ku li 2 saleya serhildana tevgera Jînayê de û li pêxema ceribandinekê bo paşeroja tevgerê de bi mêzekirineke xisarnasane li vê bûyera dîrokî ya tevgera mafxwazaneya gelên Îranê li dijî dîktatoriya olî ya komara îslamiya îranê, li çend xalan de em bas ji kêmasî û kemûkoriyên vê tevgerlê bikin:

1- Civaka Îranê tevî sitem û zordariya desthilatê, bi qasa hewce li yekgirtin û bihevrebûnê negihîştine vê yekê ku hêz îradeya giştî li dijî dîktatoriyê bikin yek û bo armanceke hevpar hewlê bidin, Ku tevgera Jînayê de gelek ji par û qatên civakê li bajar û deveran hatibûne meydanê lê li rastiyê de nekarî bigihîje bi piraniyê giştî ku paşekêşiyê bi rêjîmê bide kirin. Li vê derheqê de hejmarek sedemên binyatî û veşartî hene ku hewceye em mêzeyî wan bikin û bi rêkxistin û çêkirina hişmendiyê wan li faz û li civaka giştî de gihîştin bi jiyaneke modern û mafxwazane rêkxistin bikin.

2- Nebûna alternatîvê bo komara îslamî yek ji wan sedemên bingehîn e ku mixabin niha jî ew rêjîma li ser pê ragirtiye. Li pêvajoya tevgera Jînayê de opozîsiyona Îranê li derveyî welat, ne tenê nekarî bi qasa hewce bibe hêvîderê tevgerê û handana xelkê bo yekgirtin û man li meydanê de, belku bi berwajî bû xala lawaz a tevgerê! Û bereya opozîsiyona Îranê bi hegarên durkevtin ji civak û xwestên xelkê û ji hemûyan girîngtir çeqîn û man li mêzekirin û wêjmana tevaviyetîxwazî û înkarkirina çendîn netewî û curbicuriya pêkahetya Îranê û amadenebûn bi hizra dabeşkirina desthilat û pêdagirî li ser santralîzmê, bi kiyrar berwajiyê rastiya siyasî li welat û peyamên tevgera Jînayê pêngav hilda. Derbasnebûna opozîsiyonê li hûrdepirsgirêkên nav rêkxirawî û geriyan li nav pirsgirêk û gotarên biyanî bo nivşa nû, bûye sedema hitbarnekirina xelkê bi vê rewt û aliyan. Her lewma wa tê dîtin ku xelk li paşerojê de bi sedema xirabî û bêhivêbûn ji opozîsiyona derveyî welat, li navxweyê welat de bala xwe bidine ser pirsa alternatîv û çêkirina cihgir bo vê rêjîmê.

3- Li asta hizb û aliyê Kuyrdistanî de jî tevî ku Hizbên Kurdistana Îranê hem li warê meydandarî û hem li warê wêjmanî de karîn li civak û xelkê xwe nêzîk û bi roj bin, lê pêvajoya tevgera Jînayê de derket ku bê pirsgirêk û kêmasî nîne. Li destpêkê de Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê ku piştre bi sedema pirsgirêk û dijayetiya reftarî û wêjmaniya endamên xwe kevte rewşa ragirtinê, rolek baş û karlêker li tevgera Jînayê de hebû. Lê mixabin bi sedema hejmarek dîtingehên dûr ji rastî û pêngawên bi leze ên tekrewane ku Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ji destpêkê ve bê encamî û xisarên vê pêşbînî kiribûn û li vê derheqê de bi rohnî helwêst girt, wek hewce ji vê derfeta ku bo tevgera siyasiya Kurdistanê hatibû pêş bi tevavî mifah nehate vergirtin.

4- Şirove û helwîstên civaka navnetewî û bi tybet welatên Rojavayî ku dibe li 2 qonaxan de bas jê bêkirin, wek li pêwendiyên li 2 dehikên derbasbûyî digel komara îslamiyua Îranê li ser pirsa navkî de derkevt û bo Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê çavrêkirî bû, tevî vê ku li nzîk ve bûyerên Îranê û tevgera Jînayê çavdêrî dikirin, lê derfet û bijardeya guherîna rêjîmê û derbasbûn li komara îslamî li vê pirsê de nedidîtin. Bertengî û bertengmana piştevaniya welatên Ewropayê li çarçoveya rûniştinên wan digel çend sêlbrîtiyan ku beşekê pêwendî bi nebûna alternatîva rast û bi bername hebû, ew rastî da selimandin ku tevger wekî hewce, piştevanî jê nayê kirin.

Tevî hemû îşarepêkiriyan û gelek sedemên din, serkuta dirindaneya hêzên ewlehî û serkutkarên din ên komara îslamiya Îranê jî bo tevgera Jînayê tejî xisar û nirxdanê bû, bi sedan kes li ser şeqaman hatine şehîdkirin, bi dehan hezar kes birîndar û hatine girtin, bi armanca tolhildan ji beşdariya berçav a xwendevana, hezaran xwendevan bi taybet keçên xwendevan, hatine jehrîkirin ku heta niha jî ew serkutkariyane bi sepandina sizayên girana û heta bidarvekirina berdewam e.

Li tevgera Jînayê de ku rûkê siyasiyê Kurdistan û Îranê guherî, rola malbatên şehîdên tevgera Jînayê, bazarî û dukandaran, pizîşkan, mamstayan, kesayetî û bijartiyên siyasî û civakî, jinan, ciwanan, xwendekar û xwendevanan, mamstayên olî yên xwedîhelwîst li Kurdistanê û herwisa Kurdên diyasporayê li derveyî welat û bi nirx bû ku Hizba Dêmokrat hem bi qîmetê ve mêze dike û hem bi hewce dizane ku li paşerojê de baştir jî şiyan û bikêrhatina wan bo bi pêşxistina pirsa qatên cuda yên civakê û rêkxistin û hevxistina hêza xebatkariya wan mifahê verbigre.

Hizba dêmokra a Kurdistana îranê li duyemîn salvegera tevgêra Jîna yê de bi armanca bilind û zindîragirtina wê tevgêrê û peyamên mafxwazaneye cemaweriyên wê, daxwazê li tev qat û texên civatgeha Kurdistanê, civaka medenî û rêkxistinan dike bi heçî avayekê ku ji dest wan tê û bo wan çêdibe, li rojên taybet bi wî hilkeftê çalak û meydandar bin.

Her li wê derheqê de bi diyarîkirî em radigehînin, bila ji rêka mangirtina gistî ve li tev bajarên Kurdistanê li roja Yêkşemiyê 25ê Xermananê, bo carekî din tevî bilindragirtina yad û bîreweriyên şehîdan û qurbaniyên tevgêra Jînayê, tekezî li ser peyamên wê tevgêrê bête kirin.

Bo vê armancê em daxwazê li gelên dine ye Îranê dikin ku li pêxema yêkîtiya seranserî bi dijî siyaseta tepeserkarane û serberdayîya koma îslamiya Îranê, li wê derfetê de hevhelwêstî û piştevaniya xwe bo zindîragirtina peyamên tevgêra Jînayê bidne xuya.

Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li yada serîhildana tevgera Jînayê de tevî bilind ragirtina rol û beşdariya tevahiya çîn û qatên civaka gelên Îranê şandina silavan bo qurbaniyên vê tevgerê, pêdeçon û balkêşandin bo ser kêmasiyan û bihêzkirina xalên erênî li çarçoveya dîtina hêz û potansiyela vê li civakê û yekîtiya li navbera hêz û aliyên siyasî û civaka medenî li navxweyê welat bi armanca peydakirina derfetan, bi girîng û hewce dizane. Her li vê derheqê de Hizba Dêpmokrat tevî amadekirina rêkar û platforma taybet bi berçavanîna Îranê li paşerojê, amadehiya xwe bo hevkarî û hevpeymanî digel hêzên pêşkevtinxwaz û dêmokratên navxweyê welat radigehîne.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Navendea Birêveberiya Giştî

Kurdistan Haberleri

Mazlûm Ebdî: Divê pirsgirêkên Sûriyeyê bi rêya siyasî werin çareserkirin
Amerîka: Pêwîst e Hizbulah êdî êrişên xwe yên terorî bi dawî bike
Saziya Tiba Edlî eşkere kir: Narîn Guran çawa hat kuştin?
Li Sêrtê jinek ji ber kurdî nehat dermankirin
Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye