Peyama Navenda birêveberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 26ê Sermawez, roja Ala û Pêşmergê Kurdistanê

.

Xelkê xweragir û pêşmergeperwerê Kurdistanê!

Pêşmergên fîdakar û mêrxwase Kurdistanê!

Malbatên xweragir ên şehîdan û girtiyên siyasî!

26ê Sermawezê, roja “Ala û Pêşmergê Kurdistanê” wek du hilkeftên siyasî û netewî, girêdayî bi dîroka 78 saleya xebat û tekoşîna Hizba Demokrat a Kurdistan û nasnamexwaziya modern a gelê Kurd bi taybet li Rojhilkatê Kurdistanê ye. Bi rêkevt nine û tejî şanaziye ku girîngtirîn û watedartin hêmayên netewî  yên Kurd wek “Ala, Pêşmerge û sirûda Netewî” ji hundirê dîroka pir serfirazî a Komara Kurdistanê û avakerê vê, anku Hizba Demokrat de ji dayîk bûn û bûne sembola netewî û nasnamexwaziya Kurd.

Îsal, 78 sal ji hildana Alaya Kurdistanê li ser axa rizgarkiriya welat û navdêrkirîna cengawerê  neteweperwer û canliserdestê Kurd, bi “Pêşmerge” re derbas dibe. Roja “Pêşmerge û Ala” li rojjimêra Kurdî de bi tenê hilkeftek bo bi bîranîna du bûyerên dîrokî nîne, Belku girîngîdan bi “Ala” wek hêmaya nasnamexwazî û dana serweriyek berdewam bi “Pêşmerge” wek bi xortê herî bi helwêst û fîdakare vê niştimanê ye.

Diyarîkirina 26ê Sermawezê bi roja “Pêşmergê Kurdistanê” ji aliyê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve, selimandina vê bandorê bû ku hêza pêşmerge li hemû qonaxên xebata gelê me de û bi taybet li qonaxa bi şan a berevaniya çekdarî de hebûye û heye. Pêşmerge hêzeke mirovî ya xwebexş e ku li hundirê civaka Kurdistanê bo parêzvanî ji bûn û nasnameya Kurd çê bûye. Dîtingeh û taybetmendiyên şoreşvanî û armanca rizgarîxwazane, handerê bingehîn ê vê hêza xwebexş bo parêzvanî li netewe û niştiman û heta cangorîkirin li vê rêbazê de ye. Bi vê pênasê, hunermend, jîngeparêz, mamosteyên zimanê Kurdî, jinîn çalakvan û bivêr û tevahiya wan kesên ku xema wan ya mezîn, netewe û niştiam e û xwe û canê xwe û jiyana xwe li vê pêxemê de gorî dikin,  li nava refa pêşmerge de têne hisabê.

Rola bihagiran a hêza pêşmerge li bilindragirtina Ala ya Kurdistanê û parastina xebat û nasnameya Kurd li zaf dem û qonaxên dîrokî de wek serdema Komara Kurdistanê, tevgera çekdariya salên 46-47 li dijî rejîma tepeserkar a paşatiyê û zêdetir ji 4 dehikan li dijî rejîma Îslamiya Îranê bal xelkê Kurdistanê û li tevgera siyasiya Kurd de, cihê şanaziyê ye û şanaziya zêder ev e ku “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” li nêzî 8 dehikên derbasbûyî de her dem alahilgirê azadîxwazî, denokrasî û nirxên mirovê bûye. Lewma hogiriya xelkê Kurdistanê bi pêşmerge û xoşevaniya pêşmerge li nav gel de, wisa kiriye ku çepera pêşmerge bibe cihê evîndarên azadiyê û kur û keçên xwedî heste Kurd bi dilekî tejî ji hivî û bi sehkirin bi çanazî ve, tevlî  refên pêşmerge bibin.

Hêza pêşmerge li asta herêmî û cîhanî de jî navek naskirî û hevpeymanek xwedî pirêstîj bo hêzên demokrat û hevpeymanan e. Hêza pêşmergê Kurd li herêma Başûrê Kurdistanê wek beşek ji hevpeymaniya li dijî DAÎŞê li şerê dije-terorîzma navnetewî de gelek nirxên mirovî û canî daye û niha jî li vê çeperê de berevanî li nirxên mirovî, demokratîk û cihanpesend dike; Lewma li qonaxa niha ya xebata netewî û demeokratîka netewa me de jî, pêşmerge her wek hertim, remza xweragirî li hember sitem û zordariyî li dîtingeha navnetewî de jî wek hêzeke mafxwaz û berevanê azadî û aşitiyê tê nasîn.

Ji aliyê Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat a Kurdiustana Îranê ve bi hilkefta vê roja dîrokî û tejî serweriyê de tevî pîrozbahiyeke germ û tejî berpirsayetî li hember gelê me, şanaziyê bi vê dikin ku dahênerê “Alaya Kurdistanê û hêza Pêşmerge” weki parêzerê nasnameya Kurdî û nirxên mirovî ên cîhanî ne. Ev yeka jî cihê şanaziyê ye ku Hêza Pêşmergê Hizba Demokrat bi pêşkêşkirina zêdetir ji 5 hezar şehîdan ku li nav wan de rêberên jêhatî wek “Qazî, Qasimlo û Şerefkendî” û herwisa jan û mandîbûna hezaran girtiyên siyasî û malbatên serbilind ên pêşmergeyan û endamên Hizbê li navxwe û li derveyî welat, selimandiye ku li pêpxema serxistina xebata mafxwazane û serbilindî û serweriya gelê me de û li pêxema bexewerkirina nivşên bê, li ti fîdakarî û qurbanîdanekê xwe naparêze û heta gihîştin bi armancên bilind ên netewî û mirovî li çarçoveya pirensîp û yasayên navnetewî de xebata xwe bidomîne.

Xelkê xweragirê Kurdistanê!

Tevgera mafxwazaneya gelê me li Rojhilatê Kurdistanê, zêdetir ji salekê û li pêvajoya şoreşa “Jîna”yê de pêngaveke dîrokî bo selimandina pêdegirî û nesekinin heta gihîştin bi armancên bilind ên mirovahî û netewîyê hilda. Beşdariya bi komj a xelkê Kurdistanê li nerizayetiyên şoreşvanî li vê heyamê de bi eşkere asta hişarî û çavvekirîbûna çîn û qatên cur bi cur ên Rojhilatê Kurdistanê da xuya. Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”, wek bilindtîrîn hawara mafxwaziya gelê me li 4 dehikên derbasbûyî de, hilgirê peyam û wateya giring him bo xelkê û hizbên siyasî yên Kurdistanê û him bo rejîma Îslamiya Îranê ye ku em ji mêjve jî derbas bûne.

Li pêvajoya şoreşa “Jîna”yê de û li bûyerên piştre jî, rejîmê bi bikaranîna hemû şiyan û potansiyela serkuta hemûaliya xwe, ne ku nekarî hawara mafxwazaneya xelkê bifetisîne, belkî îrade û wireya şoreşvaniya xelkê bo qonaxeke nû veguhast û gudariya hevpêwendî û hevxebatiyiya gelên Îranê bihêztir kir û dirûşma afirankaraneya “Jin Jiyan Azadî” wek manîfestoya vê şoreşê, li kunc û qiraxên Îranê de bû hêvinê azadîxwazî û yekîtiya gelên Îranê û nîşaneya derbasbûn ji Komara Îslamî.

Şoreşa “Jîna”yê salek û çend heyvan piştî destpêkirinê heta niha  li deverên cuda yên pitguhavêtiyên Îranê bi taybet li Kurdistan û Belûçistanê, tevê serkuta hovane û çendqatî bi berhevdanîn digel deverên din ên Îranê, bi şêwazên cur bi cur ên xebata siyasî û medenî de rêkxiravtir û tundir tê kirin. Ew cudatiya hilgirê vê peyamê ye ku pirsa netewî û nasnameyî ku berhema siyaseta mezinîxwazaneya navendî li her du deshilatên paşayetî û Komara îslamî de, pirsgirêka bingehîn a cografiyaya siyasî ya Îranê ye û bê çareserkrina vê sitema dîrokî û destbedan ji vê dîtingeha ewlehî, aramiya siyasî û aborî û civakî li Îranê de çê nabe. Bê şik îtirafkirin bi çend netewîbûna Îranê û dabînkirina mafê vekhev bo tevahiya netew û pêkhateyên welat, diare derfeteke baş bo dariştina Îranê li ser binmyata bi fermînasîna zêdeyî û pêkanîna tolêransa siyasî û civakî wek hewcehiya demokrasî li Îranê de be.

Şoreşa Jîna li hemen demê de hilgirê îşareke girîng bo Kurd û tevgera siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Geşeya seha şoreşgerî û têgihîştina nivşeke taboşikên ku pêdegirî li ser azadiya suyasî û netewî dike, hewcehî bi pêdeçon nû pênasekirine nû heye û ew giraniyê dixe ser milê hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ku bi hevahengî û hevxebatî û xwerêkxistinek heye ku bersivderê tevgera giştiya xelkê Kurdistanê be; pêgeh giraniya birêveberiya vê şoreşê li Kurdistanê de didin xuya.

Hevwelatiyên hêja!

Rejîma Îslamiya Îranê ji aliyek bi berdewamî, mijûlê destêverdanên deverî û navnetewî ye û herwisa pêdegirî li ser geşedan bi projeyên navkî û mûşekî dike û li niha de jî bi sedema rolê kawilker li şerê Hemas û Îsraîlê de zêdetir bûye cihê nigeraniya civaka cîhanê. Herwisa binpêkirina berdewam a mafê mirovî bi taybet li destpêka şoreşa “Jîna”yê ve li asta navnetewî de bûye cihê şermezarkirina rejîmê  û danîna dorpêçên aborî yên zêdetir ji aliyê welatên Rojavayî û bi sedema wan siyasetên çewt, ku rasterast karlêkerî li ser rewşa jiyan û bijîwa xelkê kiriye û nerizayetîya berfirehtir û rêkistintirkiriya çîn û qatên civakê li pey xwe aniye. Berdewamiya wan nerizayetiyane ku berhema guhnedana dezgehên rejîmê bi daxwaziyên xelkê ye, rê bo rlkxistina zêdetir a xelkê xweş kiriye. Şerxwaziyên rejîmê li derveyî sînorên Îranê û çêkirina şer li welatên deverê û heta dûrtir jî, civaka cîhanî bo yekhelwîstiya zêdetir li dijî wan siyasetan han daye û roj bi roj meydana manora rejîma Îslamî bertengtir kiriye. Li tenîşta vê yekê de jî qurixkarî û gendeliyya aboriya qateke diytarîkirî ya serr bi dezgehên desthilatdariyê ku givaşeke ji astderketî xistiye ser xelkê kêm dahat û hejarê Îranê wek piraniya heşîmeta wî welatî, bûye sedema bêhêvîkirina xelkê ji çareserkirina pirsgirêkên wan. Bi giştî, siyasetên navxwe û derve yên rejîma Îslamiya Îranê li warê aboriyê ve ye rû bi hejartirkirina civakê û li warê siyasî  ve rû bi jinavbirina azaîiyan û serkuta zêdetir a azadîxwazan ve diçe. Ew yeka jî girîngî û hewcehiya yekxistina wizeya xebatkarî û yekîtiyê li praktîk de li hemû çîn û qatrên civaka Îranê de bo xebat li dijî rejîma Îslamî, zêdetir dide xuya.

Pêşmerge û civaka xebatkar û xwdîseha Kurdistanê!

Zindîragirtin û bihêzkirina binyatên netewî û rawestan li hember hemû curê sitemkariyê, rêkxistina civatgeh û piştevanîkirina hizra şoreşvanî û qahîmkirina bawerî bi paşeroja ronahî bo gelê me, ji erkên girîng û pêşetir ên pêşmerge û hemû qatêln civaka xebatkar a Kurdistanê ye. Îro em hemû erkek dîrokî li ser milê me ye ku bervanî ji netew û niştiman, li xwe digre, parastina niştiman bo nivşên paşeroja Kurdistanê û xemilandina netewê bo parêzvanî ji şanazîpêkirin û kesatiya netewî ya gelê Kurd e. Xebatkarên gelê me hewcehî bi hizrîn, pênûs û pêngavhildanên praktîkî li meydana hewldan bo berevanî li şana gel û çêkirina binatên giştgîrkirina xebat û bihêzkirina berpirsayetiya takê Kurd li hember pirsên çarenivîssaz ên netewî me bikin û pêdegirî li ser vê xebastê, me bi armancên me nêzîktir dike.

Tevî pîrozbahîkirina dubare ya roja “Ala û Pêşmerge” li pêşmergeyên cangorî û hemû xelkê pêşmergeperwer ên Kurdistanê, li hember şehîdan û girtiyên siyasî û malbatên serbilind ên şehîdan, soza xwe nû dikin ku heta gihîştin bi armancên bilêind ên netewî, dest ji xebat û berevaniya berdewam hilnegirin.

Serbikeve xebata mafxwazaneya gelê me!

Bi şan be hêza pêşmergê Kurdistanê!

Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

25ê Sermaweza 1402 a Rojî

16ê December 2023 a Zayînî

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike