Peyamnêrên Bêsînor biryara girtina nivîsgehên Kurdistan24ê şermezar dikin

.

Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor biryara girtina nivîsgehên Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaz kir ku rêgirî li karê ti medyayê nekin.

Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor di tweetekê de piştevaniya xwe ji bo Kurdistan24ê nîşan da û ragihand ku ew biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin, ji ber qedexekirina karê kanaleke medyayê ya Kurdî, ku bêyî ti sedemek nivîsgeha wan hatiye girtin.

Herwiha destnîşan kiriye ku desthilatên wê herêmê bangeşeya wê yekê dikin ku desthilatekî demokratîk in, divê rê bidin medyayê ku bêyî ti astengiyekê karê xwe bikin.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e