Peykerê Omerê Xewar ku sembola Komkujiya Helebceyê ye bi fermî li Salona Konferansê ya Parêzgariya Lambetha Londonê hat vekirin.
Serbaz Berzincî peyker anî û li kêleka alaya Kurdistanê danî.
Serbaz Berzincî Kurdek e li Londonê dijî ku ew vê dawiyê bi fermî wek Şaredarê Lambethê hat hilbijartin.
Ev cara yekem e di dîroka rojava de ku Kurdek dibe şaredarê beşeke girîng a paytexta Brîtanyayê.
Niha Kurdek li welatê ku tê gotin roj lê naçe ava, şaredar e û Şahzadeyên Brîtanyayê tên û pîrozbahiyê lê dikin, serbaz bi wî re wêneyan digirin û siyasetmedar bi wî dişêwirin.
Serbaz Berzincî çîroka hatina xwe ya Brîtanyayê cara yekem di bernameya Dîasporayê de anî ziman.
Ew behsa zehmetiyên ku pê re rû bi rû maye û çawa gav bi gav di siyaseta Brîtanyayê de bi pêş ve çûye, pirsgirêkên ku ew wek şaredar rû bi rû ye dike.
Li salona ku Şaredarê Kurd bi cil û bergên xwe yên taybet serokatiya civîna parêzgehê dike Serbaz Berzincî ji temaşevanên Rûdawê re behsa kevneşopiyên demokrasiya Brîtanyayê dike.
Kesên ku dibin welatiyê Brîtanyayê li ber siyasetmedarê Kurd sond dixwin.