Hemû dewletên misilman, hemû çepên wan, komunîstên wan, nîjadperest û îslamîstên wan, tevgerên jinan, rast û lîberal, demokratên wan, dostên Felestîn bûn. Felestîn di cîhanê de, bi îmkanên dehan dewletan û bi âlîkarîya dehan dewletan xwedî îmkanên tevdegerînek mezin bû.
Di eynî hewldanê de ev dewlet û tevger hemû, dijminên Îsraîl bûn. Dixwestin ku di tasek av de Îsraîl bifetisînin û ji holê rakin. Pişgirîya „doza Îsraîl“(!) li ser esasên dijminatîya cihûyan hatibû avakirin.
Tevgera Felestîn, li her welatê misilman û „sosyalîst“ mîna dewletê dihate pêşewazî kirin. Di hemû rêkên dîplomasîyê de û di qada herî bilind de xwedî temsîl bû. Eşkere dikirin ku, „Dijmin“ ê Felestîn, tenê Îsraîl e û dostên Felestîn pir bûn. Yê Îsraîl jî dostên wan di herêmê de tinebûn û hawîrdorê wan bi dijminan dorpêç kirîbû. Bi metodek nemirovane, Îsraîl, di Rojhilata Naverast de, bi hewlên van dewlet û hêzan di bin karantînayê de bû.
Di destpêka salên 1970, 1980, 1990 î de hawîrdorê tevgera Kurd a netewî jî dorpêç kirîbû. Di bin dorpêçek dijminane de, mahkûmê têkoşînek man û nemanê bû. Hemû rêk û îmkan li ber tevgera Kurd a netewî girtî bûn. Tevgera Felestîn û hemû dewlet û rêxistinên dostên Felestîn, di eynî wextê de dijminên tevgera Kurd a netewî bûn.
Di nav çepgir û Komunîstên miletên serdest de rexneya tevgera Felestîn, sebebê ricimandinê bû. Kesekî nikarîbû xwedî li gelê Cihû derketa û tevgera Felestîn, nîjadperest û nîjadperestîya îslama Ereban, tirkan û farisan rexne bikira. Nâvê vê jî „enternasyonalîzm“ bû.
Ev çima bi vî rengî bû?
Tevgera Felestîn bi hemû dewletên dîktator, nîjadperest û îslamîst re dost bû. „Doza Felestîn“, lîstoka destê nijadperestîya sermîyandar û dîktatorên dewletên misilman bû. İraq, Tirkîye, Îran, Sûrîye, Lîbya, Suûdî Arabistan û welatên Kendava Ereban, heta dewletên „Sosyalîst“ wek Kûba û Sovyetê, dostên tevgera Felestîn û dijminê tevgera Kurd a netewî bûn.
Tirkîye, Îran, İraq û Sûrîye, bi jenosîd, qirkirin û metodên nemirovane dihatin sergelê Kurd. Lê pêkerên wan dîktatorên xwînxwar, wek Saddam Huseyin û Atatürk li meydanên welatên dostên Felestîn bi serbilindî dihatin pêşewazî kirin.
Helbet astenga herî mezin a li henber çareserkirina pirsgirêka di navbera Îsraîl û felestîn de, ev hêz û dewlet bûn. Nîjadperestîya Îslama Ereb, Tirk û farisan bi xwe bû. „Doza Felestîn“, mîna xwefiroşekê di destê wan de, avêtin bazarê û bi wê dijminatîya Cihûyan dikirin.
Niha Emerîka dixwaze vê lîstokê ji destê van dewlet û rêxistinan derxe.
Derdê Îslama Ereb, Tirk û Faris ne çareserîya „pirsgirêka di navbera Îsraîl û Felestîn“ de ye.!
Berî bi çend rojan, Serokê Amerîkayê Donald Trump li gel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû li Qesra Spî civîneke hevbeş a çapemenîyê sazkirin û plana xwe ya aşitîya Rojhilata Navîn weke “peymana sedsalê”(!) binav kir û ragihandin.
Bînimbîra we ku „Peymana Lozan“sedsalîya xwe tije dike. Gelo armanca Emerîka avakirina peymanek nû a sedsalîye?
Donald Trump destnîşankir ku; „plana aşitîyê 80 rûpel e û plan him ji bo alîyê Îsraîlê û him jî yê Filistînê maddeyên gelekî sûd di xwe de digire.“(!)
Serokê Emerîka D.Trump di destpêka axaftina xwe de da xuyakirin ku; „di çarçoveya plana aşitîyê ya Rojhilata Navîn de dê Orşelîm, weke paytexta yekparçeya Îsraîlê bê qebûl kirin.“ Û herwe anî ziman ku; „ji bo Filistînê jî Dewleteke Serbixwe ku paytexta wê Rojhilatê Orşelîmê“ bê nîşankirin.
Li gor vê „Peymana sedsale a pîlana aşitîyê“(!) ya Rojhilata Navîn jibo pêkanîna merca ku, „Filistîn bibe dewleteke serbixwe, pêvajoyeke 4 salî“ dide ber xwe. Serokê Emerîka D.Trump dibêje; “bila Filîstînîyên koçber herin navdewleta xwe ya di pêş de bê avakirin û li Îsraîlê nemînin.“
Bi konferansek çapemenîyê de ma ev pîlanê Emerîka û Îsraîl hat eşkere kirin, hemû dewletên misilman, tevgerên îslamîst, çepgir û komunist qîyamet rakirin. Li Parmentoya Tirkan, çepên tirkan, îslamîstên Tirkan, Nijadperestên tirkan, lîberalên tirkan û kurdên dij raberî dewletbûna kurdan, bi carekê de bûn yek û li henber vê pîlanê helwest girtin û protesto kirin.
Di nav vê protestoyê de hêzên sîyasîyên parlementoya Tirkan, yên ku îktîdar û muhalefet in, li ser mijarê bûn yek. AK Partî, CHP, HDP û İyi Partî milmilane li ser yek stratejî û helwestê mildan hev û bi belavokek hevbeş helwesta Emerîka-Îsraîl protesto kirin. Bi mebesta ku Emerîka û Îsraîl, bê ku bi wan bişêwire, çawa dewleta Felestîn îlan dikin?
Wezîrê derveyê Iraqê Mihemed Hekîm bi rêka telefonê bi wezîrê derveyê Urdinê Eymen Sefdî re li ser „peymana sedsale û pîlana aşitîyê“ peyivîn.
Bê ku ev pîlan bêt nirxandin û bêt fêhm kirin, serokê Filîstînê Mehmûd Ebas bi tundî plan red kir û ragehand: ‘’Qudis bo firotinê nîne û ew plan sernakeve.’’
Di daxuyanîya xwe de eşkere kir ku; „ti Felestînîyek, Erebê misilman û xwe zaroyên mesîhî nikarin weha bifikirin, ku Felestîn dewletek bê Qudus ku paytextê wê be“(!)
Kurdên HDP û PKK jî di nav de û îslamîstên Kurd, di wê dema ku Emerika Orşelîm, wek paytextê Îsraîl pejirandin de, dîsa bi MHP, AK Partî û CHP re milmilane ew biryar protesto kiribûn.
HDP dibêje; „ji kurdan re dewlet hewce nake!“ Lê jibona Felestîn pêsîra xwe diçirîne! Ev ne mejîyekî ku xizmetê ji kurdan re dike. Ev stratejîya çepgir, nîjadperest-îslamîstên tirk, Ereb û Farisan e. Esas divê di nav kurdên ku rayê didin HDP de qîyamet rabe.
Bipirsin ev çi rezalet e?
31.01.2020