Peymana vîzeyê ya navbera Tirkiye û Îraqê 1ê Îlonê dest pê dike

.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku peymana rakirina vîzeyê ya ji bo welatiyên Îraqê 1ê Îlonê dikeve warê cibicîkirinê.

Li gorî peymanê, dê welatiyên Îraq û Herêma Kurdistan yên di bin 15 salî û ser 50 salî de êdî bê vîze bikaribin herin Tirkiyeyê.

Bi beşdariya her du wezîrên karên derve yên Tirkiye û Îraqê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê 4emîn Civîna Mekanîzmaya Ewlehiyê ya Asta Bilind û Yekemîn Civîna Koma Plangeriya Hevbeş a Tirkiye û Îraqê bi rê ve çû.

Ji aliyê Tirkiyeyê Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê beşdarî civînê bûn.

Heriwha ji aliyê Îraq û Herêma Kurdistanê jî Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, Wezîrê Parastinê Sabit Riza el Ebasî, Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz û Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Balyozê Îraqê yê Enqereyê beşdarî civînê bûn.

Wezîrên karên derve yên Îraq û Tirkiyeyê piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş da çapemeniyê.

Peymana rakirina vîzeyê

Hakan Fîdan di daxuyaniya xwe de ragihand ku “peymana lihevkirinê ya derbarê rûbirûbûna terorê û hevkariya leşkerî û ewlehiyê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de ji aliyê wezîrên parastinê yên her du welatan ve hatiye îmzekirin.

Fidan got, “Em dixwazin yekdengiya xwe ya di rûbirûbûna terorê de li gel Îraqê li qadê bi gavên şênber bipêş ve bibin.”

Kurdistan Haberleri

1’emîn salvegera damezrandina PWK (Partîya Welatparêzên Kurdîstanê)
Mazlûm Ebdî: Divê pirsgirêkên Sûriyeyê bi rêya siyasî werin çareserkirin
Amerîka: Pêwîst e Hizbulah êdî êrişên xwe yên terorî bi dawî bike
Saziya Tiba Edlî eşkere kir: Narîn Guran çawa hat kuştin?
Li Sêrtê jinek ji ber kurdî nehat dermankirin