Ayşenûr Ozel
Ev cara pêşîn e, ji bo nexşeya madeya reş û enerjiya reş peyîkeke me heye. Fêmkirina ji binyata madeya reş ji bo me tiştekî gelekî grîng e. Ev yek ji bo fêhmkirina gerdûna me gaveke gelekî mezin e.
Ev gerdûna em tê de dijîn gelekî mezin e û em mirov hê jî der heqê wê de gelekî nezan in. Gerdûn ji sedî 68 ji enerjiya reş, ji sedî 27 ji madeya reş û yên din jî madeyên asayî, notrîno û radyasyonê pêk tê. Madeya reş kar li elektromagnetîkê nake, ronahî nakişîne nava xwe yanê ronahiyê nade. Ji ber vê yekê em jê re dibêjin madeya reş. Di sala 1933an de cara pêşîn ji xebata Fritz Zwicky ev encama hebûna madeya reş derketiye holê.
Ajansa Fezayê ya Ewropayê ji bo baştir ji madeya reş fêhm bike û li ser bixebite bi hevkariya NASAyê xebateke bi navê Oklîdê plan kiriye. Oklîd ji bo amûrekê detektorên infrared, zanist û analîza agahiyan di nava xwe de dihewine. Xebateke bi vî rengî bibe alîkar em ji pêkhateyên sereke yên gerdûnê madeya reş kûrtir hîn bibin. Peywira vê xebatê bi taybetî ji bo lêkolîna gerdûna tarî (ya em nabînin) hatiye çêkirin, hem lêkolîna "maddeya reş" hem jî "enerjiya reş" dike. Ji aliyekî ew ê di heman demê de bikaribe hin modelên ecêb û alternatîv ên gravîtasyonê ya teoriya mezin a relatîvîteya giştî ya Albert Einstein dijwar dike jî test bike.
Lenskirina gravîtasyonî amûreke nû ye, mirov vê meteryala reş bibîne. Ev bandor xwe dispêre têgihiştina me ya relatîvîteya giştî. Gava ronahî ji galaksiyên dûr ber bi me ve tê, riya wê ji aliyê komên mezin ên madeyê xwar dibe û cîhê wan diguhere. Gelek fîzîkvan li ser pêkhateya madeya reş wiha bawer dikin, ew perçeyeke bingehîn a nenas e. Berbijêreke popular a hê nehatiye tesbîtkirin, eksenên di destpêkê de hatine destnîşan kirin, rave bikin ka çima hin simetriyên bingehîn ên xwezayê tên şikandin. Lê belê derfeteke din jî heye ji bo fêhmkirina madeya reş. Li dewsa mirov hewcedariya madeya reş bifikire, dikare lêkolîna gravîtasyonê bike. Hêza gravîtasyonê dibe ji ya li ser pîvana komstêran tê texmînkirin qelstir bibe. Li ser van pîvanan, hin modelên alternatîv ên gravîtasyonê hene, dikarin zivirîna komstêran rave bikin bêyî texmînkirina madeyeke reş.
Pirsgirêka yek ji van alternatîvan ev e, mirov vê birêkûpêk li ser hemî pîvanan bike. Çi qasî ji bo perçeyên madeya reş lêgerînên li ser erdê hene jî wan heya niha piştrastkirineke girîng nedîtine. Ji ber vê yekê çavdêriyên astronomîkî yên komên komstêran(galaxy) ji bo ceribandina teoriyên cihêreng ên dikarin madeya reş rave bikin mîna vebijêrka me ya herî çêtir dimîne. Hejmara wêneyên em ê ji komikan bi dest bixin ê bi Euclidê(xebata Oklîdê) re sed qat zêdetir bibe û bibe alîkar em bi hûrgulî li ser belavbûna madeya reş di nav komikên wiha de bi hûrgulî lêkolîn bikin.
Euclid(Oklîd) ê ji me re bibe alîkar, em van modelên gravîtasyonê yên biyanî bi xêzkirina pozîsyonên bi mîlyonan komstêran(galaxy) li ser deverên berfireh ên gerdûnê test bikin, ezmûn bikin. Ev rê dide me em "tora kozmîk", binyateke mîna spongek ji filament û valahiyên li fezayê bişopînin. Wisa xuya dike ev pêşî di madeya reş de hatine danîn û paşê bi galaksiyan hatine reşandin. Ev tevna kozmîk bi mîlyaran sal hilweşîna gravîtasyonê pêk tê, tê vê wateyê binyat û statîstîkên wê ji qanûnên gravîteyê yên li ser pîvanên kozmolojîk dixebitin hesas in. Bi pîvandina taybetmendiyên wê, em dikarin diyar bikin ka teoriyeke nû ya gravîtasyonê yê ji teoriya Einstein çêtir bi agahiyan re biguncîne(adapte bibe).
Ji bo vê xebatê di civata astrofizîkê de kelecaniyeke mezin heye, Euclid ê çi bike. Ev cara pêşîn e, ji bo nexşeya maddeya reş û enerjiya reş peyîkeke me heye. Fêhmkirina ji binyata madeya reş ji bo me tiştekî gelekî grîng e. Ji ber ku ev yek ji bo fêhmkirina gerdûna me gaveke gelekî mezin e.
Çavkanî: Gazete Duvar