Di 11.03.2017ê de li Stockholmê semînerek ji alîyê nivîskar û dîrokzan Sedat Ulugana ku babeta wê ‘Serihildana Agirî û komkujiya Gelîyê Zîlan’ bû, hat dayîn. Semîner ji alîyê Kitêbxaneya Kurdî, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Federasyona Komelyên Kurdistanê li Swêdê hatibû lidarxsitin û hejmarek baş bêşdarê semînerê bûn.
Sedat Ulugana ku yek ji wan kesan e ku malbata wî jî di komkujîya Gelîyê Zîlanê de tujî kuştin, surgunê bûne. Wexta ew li bajarê Tirkiyê yê Konyayê di Uniwersîteya Selçûkê de xwendekar bûye li wê arşîveka mezin ya rojnemeyan hebûye û di wê de rojnameyên salên 1930 û bi taybet jî di rojnameya Cumhurîyetê de rastê gelê nûçe û karîkatorên hatîye; di karîkatorekî de leşkerekî Tirk bi sere sungîya xwe de kurdekî dalqandî û nûçeya ku 15 hezar însan di Gelîyî Zîlanê de hatine kuştin, gelek tesîr lê kiriye û dest bi lêkolîneka teferuat li ser Serhildana Agirî bi taybet jî komkujîya Gelîyê Zîlanê kiriye. Û lêkolîna xwe bi navê ‘Agri Kurt direnişi ve Zîlan katliamî 1926-1930’ çap kiriye.
Wî, bi wan kesên ku şahidê vê bûyarê bûne û sax in bi wan re hevdîtin pêkanîye; Mihemedê Nado jê re bahsa evîndara xwe ya Dîlberê çawa bi mitralyozan serê wê hatîye jêkirin kirîye, Reşîd Akmaz jê re bahsa çawa jinên ducanî bi sungîyan zikê wan hatine qelşandîn kirîye, Milis Şukrî bahsa ji birçîbûnê zarokek çawa mêjîyê însanên kuştî xwarîye, kirîye, Mele Ehmed Yildiz bahsa çawa mêjiyê wan însanên kujtî ku dilop bi dilop diketin axê kirîye û bi sedan nimûne….
Sedat Ulugana bahsa sosyolojîya wê demê ya kurdan û êşîrên herêmê û şêla wan li gel û li hember serhildanê kir. Milîsên Erdîşê Silêmanê Cewo, Sidiqê Heso û Îdrîsê Cawo ku çawa rê nîşanê Derweş Begê ku bi leqabê qesabê Zîlanê dihê binavkirin kirine, pîlotê bi nave Naim Burkut çawa gundên kurdan bombebaran kiriye, însanan kuştîye û heywanan telef kirîye. Komutanê tirk çawa serê qehremanê Kurd Reşoyê Silo û jîna wî Zeyno jêkirine û gund bi gund gerandine.
Ulugana got, herçiqas sebebê qetlîamê ku ew bêşdarî serhildanê bûne dihê destnîşankirin jî, lê ev perçeyeka ji jenosîda mezin e. Kurd di hemû dîroka cimherîyetê de bin zilmê de bûne; ji 1925 heta salên 60 hatine kuştin surgun kirin; di salên 60ê de bi dibistanan û bi taybet jî dibistanên leylî hatin asîmle kirin; di salên 90 de bi qanelên televîzyonên taybet ev asîmlasiyon pêşve birine.