Piraniya biryarên Dadgeha Federal a Iraqê li dijî federalîzmê ne

.

 Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê gelek caran li dijî prensîpên federalîzmê biryar dane. Dadgeh jî heta niha li ser bingehê yasa û biryareke wezarî ya rejîma veguhêz ya beriya nivîsandina destûra Iraqa federal kar dike.

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê di heyama 7 salan de, çendîn biryar li dijî Herêma Kurdistanê û pêkhateyên din ên Iraqê derxistine.

Di sala 2005an de, dema ku Iraq di heyama “desthilata veguhêz” de bû, Dadgeha Bilind a Federalî bi biryareke wezarî hat avakirin, berî ku destûra nû ya Iraqê bê amadekirin.

Li gor madeya 92 ya destûrê, dadgeh hêj neketiye çarçoveya destûrî ya dewleta federal, lê biryarên wê li dijî qewareya federalî ya Herêma Kurdistanê, netewe û pêkhateyên din ên Iraqa federal berdewam in û bi awayekî aşkere destûrê binpê dike.

Biryarên Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê û netewe û pêkhateyan:

- Di 20/11/2017’an de, Referanduma Herêma Kurdistanê bi nedestûrî ragihand û hilweşand.

- Di 2022/2/15’an de, yasaya neft û gazê bi nedestûrî û nedadperwerane binav kir.

- Roja 4/10/2022’an, Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê bi nedestûrî ragihand.

- Roja 25/1/2023’an, şandina pereyan bo Herêma Kurdistanê bi berûvajî yasa û madeyên destûrê binav kir.

- Di 30/5/2023’an de, dirêjkirina dema Parlementoya Kurdistanê bo sala pêncem hilweşand.

- Di 28/8/2023’an, sizaya rêgirtina li dijî vekirina baregehên partiyên siyasî rakir.

- Di 3/9/2023’an de, radestkirina baregehên Operasyonên Hevbeş li Kerkûkê ji bo PDKê rawestand.

- Di 14-11-2023 de, dûrxistina Mihemed Helbûsî ji serokatiya Parlamentoya Iraqê.

- Di 21-2-2024’an de, dijayetiya Dadgeha Federal li dijî Herêma Kurdistanê û pêkhateyan gihîşte lûtkeyê ku biryara hilweşandina 11 kursiyên Parlamentoya Herêma Kurdistanê da û hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê daxist 100 kursî.

Ji bilî wê jî, biryar da ku Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê li şûna Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê, lidarxistina gera şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê birêve bibe, Herêma Kurdistanê li ser çar deveran dabeş kir.

K24

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn