Piranîya welatên Ewropayê derbarê koçberan de yekhelwêst in

Hejmarek wezîrên derve yên Yekîtîya Ewropayê bi taybetî jî welatên Balkanê, bo gotûbêjkirina rewşa ‎koçberan û pirsgirêkên wan ligel Tirkîyê li Skopje civîyan.

Navenda Nûçeyan - Di civînê de hat tekezkirin ku divê pirsa koçberan ji binî ve bê çareserkirin, sînor bên kontrolkirin û rê li hatina koçberên neyasayî bo nav Ewropayê bê girtin.

Derbarê mijarê de Wezîrê Derve yê Bakurê Makedonya Nikola Dimitrov dibêje: “Cihê cografî weha li me dike ku heman sîyasetê li beramber koçberan peyrew bikin, di vî warî de divê em beşek bin ji hewlên Yekîtîya Ewropayê. Em amade ne bo piştgirîkirinê û herwiha girîng e ku rewşa ser sînoran bê kontrolkirin, di heman demê de girîng e jî ku çareserîyeke me ya demdirêj hebe, pirsgirêk ji binî ve bê çareserkirin.”

Krîza koçberan, ne tenê pirsgirêka yek welatên Ewropayê ye, lê ya hemû welatên Ewropayê ye, vê jî wiha kirîye ku nerîna endamên Yekîtîya Ewropayê heman nerîn be û bi hevre hewl bidin pirsgirêkan çareser bikin. Wezîrên Derve yên Yekîtîya Ewropayê bi wê yekê re ne ku ligel Tirkîyê rêkeftineke din were kirin, bi awayekî cudahî di navbera koçberên neyasayî û penaberan de bê kirin.

Wezîrê Derve yê Kirwatya Gordan Grlic Radman jî got: “Krîza koçberan tenê bandorê li Tirkîyê nake, lê bandora wê li ser Yekîtîya Ewropayê jî heye, loma divê em cudahîyê di navbera penaber û koçberên neyasayî de bikin. Tişta Yekîtîya Ewropayê dixwest pêşkêş bike hebûna amrazên gotûbêjkirin û hiştina dîyalogê ye ligel hevbeşên me li derdora Yekîtîya Ewropayê.”

Herçiqas Yekîtîya Ewropa û Tirkîyê di sala 2016an de rêkeftinek derbarê koçberan de îmze kir, lê wek xwe kar bi rêkeftinê nehatîye kirin, Tirkîyê meha borî ragihand ku êdî rê li ber çûna koçberan bo Ewropayê nagire, vê jî wiha kir di çend rojan de bi sedan koçber li ser sînorên Yunan û Bulgarîstanê kom bibin û bibe pirsgirêkeke mezin bo welatên Ewropayê. 

Rudaw

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!