Dema Hêro xanim an ku Hêroxan ji dayik dibe, bavê wê Îbrahîm Ehmed ahengê saz dike. Wê demê li Silêmaniyê ti kesan ji bo jidayikbûna keçekê aheng saz nedikir. Lê Hêroxan dibêje, “Baweriya bavê min bi wekheviya jin û mêran hebû.”
Hêro Îbrahîm Ehmed, ku YNKyî û dostên wê weke "Hêroxan" binav dikin, di sala 1948ê de, li Silêmaniyê, ji dayikekî bakûrî û bavekî başûrê ji dayik dibe. Îbrahîm Ehmed nivîskar û yekemî sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye.
Îbrahîm Ehmed herwiha damezrênerê Hîzba Hîwa û komele (Jêkaf) bûye, paşî bûye yek jhi damezrênerê PDKê. Ji ber kar û çalakiyên siyasî, gelek caran hatiye girtin.
Dayika Hêroxanê, Gelawêj dibêje: “Dema Hêro 6 mehî bû, bavê wê girtin û heta 2 salan bê bav mezin bû.”
Ji derûnasiyê ber bi siyasetvaniyê
5 xwîşk û 2 birayên Hêro Îbrahîm Ehmed hene. Navên wan Şanaz, Hetaw, Lîloz, Kurde, Hêvî, Helo û Hawrê ne. Xwendina xwe ya seretayî li Kerkûk û Bexdayê temam kiriye. Paşî vegeriyaye Silêmaniyê û dibistana navîn li vir xwendiye. 2 salan jî li Tehranê xwendiye. Paşî beşa Derûnnasî ya Zanîngeha Mûstenîsriye ya Bexdayê qedandiye.
Hêroxan di nîvê sala 1970ê de li gel Celal Talabanî zewiciye. Ji hevjînê xwe 15 salan biçûktir e. Dema ew dizewicin, Talebanî fermandarê hêzên pêşmerge bûye û hevxebatê bavê Hêroxanê bûye.
Îbrahîm Ehmed dibêje; “Hemê kes wisa dizane ku ji ber zavayê min e, ez hez ji Celal Talebanî dikim lê ne wisa ye, ji ber ez ji wî hez dikim bûye zavayê min.”
Hêroxan û Xwedavenda Romayî
Hêro Îbrahîm û Talebanî piştî 3 salan li Bexdayê dibin xwedan kurekî, ku navê wî dikin Pavel. Di sala 1977ê jî li Şamê kurê wan ê duyemîn ji dayik dibe, navê wî jî dikin Qûbad.
Piştî demekê kurt, Celal Talebanî û Hêroxan zarokên xwe ji dapîra wan re dihêlin û berê xwe didin çiyayan, dibin pêşmerge. Bi hevre dest bi xebata li jî hikûmeta Iraqê dikin.
Li çiya nasnavê Hêroxanê dibe “Diyana”. Li ser wateya vî navî Hêroxan ji malpera Cezîre re dibêje: “Diyana xwedavenda Romayî bû. Zarokên min jî heta mezin bûn, ji min re nedigotin dayê, digotin Diyana.”
Di navbera salên 2005 û 2013ê de Hêroxan weke hevjîna serokomar, xanima yekem a Iraqê bû. Lê wê nexwest jê re bêjin xanim. Lewna gotiye; “Bo min bêjin dayik.” Ev jî amaje ye ji bo xwîşka mezin.
Gotinên Talebanî
Talebanî di hevpeyvînekê de li ser Hêroxanimê wiha diaxive: “Ew xwedan kesayet e. Di şexsê min de wenda nebûye. Gelek caran di mijarên siyasê de hizrên me ji hev cuda ne. Ew rêyekê dide berxwe, ez rêyeke din. Ew ji bilî hevjîn, ji bo min çar tiştên din e. dixtor û pizîşka min e. şêwirmenda min e. Hemxwarê min û hevala min e.”
Hêro Îbrahîm Ehmed, ji serdema pêşmergetiyê ve derbarê kar, xebat û siyaseta Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK), pêwendî û nakokiyên YNKê yên li gel partî û dewletan xwedan agahî bûye.
Wê di dema pêşmergetî de bi kamerayekî gelek caran dîmenên şer û êrîşên ser Kurdistanê tomar kirine. Piraniya medyayên cîhanê ji wêne û dîmenên wê sûd wergirtine. Wê gelek karê medyayî û herwiha hevpeyvîn jî kirine. Lewma ew weke “arşîva şoreşê” tê naskirin.
Nebûye endama PDKê
Bavê wê sekreterê polîtbûroya PDKê bûye lê Hêroxanê qebûl nekiriye bibe endamê partiyê. Li ser vê yekê dibêje: “Ji min xwestin bibim endamê partiyê lê min qebûl nekir. Li çiya guftûgûyekî mezin çê bû. Ji min re gotin tu çawa qebûl nakî bibî endamê partiyê. Lê bavê min berevaniya min kir û got, ku mafê wê ye, nabe em zorê lê bikin.”
Hêroxan berovajiyê piraniya jinan, nexwestiye karên nav male bike. Ew dide xuyakirin: “Kesê hez ji xwarinên destê min nedikir.”
Ew heskiriyê sînemayê bûye. Talebanî di pirtûka xwe ya Dîdara Temen de dibêje; “Em gelek caran diçûne sînemayê. Ez radizam û wê jî temaşeyê fîlman dikir.”
Di destpêka salên 1980ê de li Lûbnanê îstîxbarata Iraqê hewl dide wê birevîne lê bi awayekî seyr xwe rizgar dike.
Hêro Îbrahîm Ehmed, paşî ûye Endama Polîtbûroya YNKê û di yekemîn xula Parlamentoya Kurdistanê de weke parlamenter cîh girtiye. Ew xwedana RÊxistina Parastina Zarokan a Kurdistanê ye. Xwedana dezgeha Xak û Medyaya KurdSatê ye.
Ew herdem dosta hunermend û rewşenbîran bûye û piştgirî daye çalakiyên hunerî û rewşenbîrî. Nehiştiye dewlemendên Silêmaniyê cihên dîrokî yên bajêr bikin cihê kargeh û dikanên bazirganiyê. Hemû hêza xwe bikar aniye da ku Seraya Silêmaniyê (nav bazar) were têkdan.
Piştî nexweşiya Mam Celal pêgeha wê bi hêz bû
Dema Celal Talebanî dibe serokomarê ıraqê, ew her li Silêmaniyê dimîne. Dema Tevgera Goran ji YNKê cuda bû û di hilbijartinên 2009ê de piraniya dengên Silêmaniyê bidest xist, Hêroxan bû Berpirsa Malbenda YNKê ya Silêmaniyê.
Di kongreya sêyemîn a YNKê de, bi hezar û 90 dengan weke Endama Serkirdetiya YNKê hate hilbijartin û ji hemû kesan zêdetir deng bidest xist.
Pêgeha siyasî ya Hêro Îbrahîm, piştî nexweşketina Mam Celal, li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bihêztir bû. Heta hilbijartinan jî nehişt ti kes cihê Talebanî yê serokomariya Iraqê dagre.
Celal Talebanî di 17ê Kanûna 2012ê de li Bexdayê krîza mejî derbas kir û rewşa wî ya tendurusatiyê têk çû. Piştî çareseriya pizîşkî li Almanyayê, roja 19ê Tîrmeha 2014ê vegeriya Silêmaniyê. Di heman salê de nehişt Cîgirê Duyemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih bibe serokomarê Iraqê. Herwiha di dema nexweşiya Mam Celal de ji bilî çend serkirdetên Kurdistanê, nehişt ti kes Mam Celal bibîne.
YNK bû du bask lê ew bihêz bû
Herçiqas Hêro Îbrahîm di nava YNKê de tenê endama polîtbûroyê bû lê di rastiyê de tişteke din rûdide. Li ser kongreya çaremîn a YNKê, di nava vê partiyê de nakokî derketin. Divêya di Cotmeha 2013ê de kongreya çaremîn were kirin lê ev kongre hate paşxistin.
Li gorî peyrewa navxwe ya YNKê, piştî sekreterê giştî, desthilat di destê herdu cîgiran de ye. Lê Kosret Resûl û Berhem Salih ci bêjin bila bêjin, biryara dawî di destê Hêroxan de bû.
Di 1ê Îlona 2016ê de, Kosret Resûl û Berhem Salih bi tevê 26 endamên serkirdetî û polîtbûroyê, Baskê Navenda Biryarê avakirin. Lê hêz û karîgeriya Hêroxanê ji ya wan mezintir bû û nehişt ev bas di jiyana siyasî ya vê partiyê de ti rolekê bilîze.
Xwestiye navbera Goran û YNKê xweş bike
Di hemû pirojeyên nav YNKê û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî de, malbata Talebanî û bi taybetî jî Hêroxan navend bûye. Dema Mam Celal Nexweş ket, berpirsên pilebilind ên Îranê, ew bi fermi vexwendine Tehranê.
Hêro Îbrahîm weke endazyara li hev nêzîkbûna YNK û Tevgera Goran tê dîtin. Bi tevê nakokî û pozberiya di navbera Newşîrwan Mistefa û Celal Talebanî de, ku bi daxuyanî û pirtûkan berisv didan hev, qet sari û nakokî neketiya navbera Hêroxan û Newşîrwan Mistefa de.
Heta di dema herî aloz û xwepêşandanên 17ê Sibatê yên li Silêmaniyê de, Hêroxanê serdana mala Newşîrwan Mistefa kir û nehişt medyaya YNKê li dijî kesayeta serokê wê demê yê Tevgera Goran ti gotinekê bike. Wê ji bo Mistefa û berpirsên Goran got: “Ew hevalên min ên çiya ne.”
Endamê Serkirdetiya YNKê Bêgerd Talebanî li ser kesyeta Hêroxan dibêje: “Pir naxive lê di biryarên siyasî yên YNK û Kurdistanê de bi bandor e. Gotinên xwe bi eşkere û raste rast dike. Tişta di dil û hizra xwe de dibêje. Berevaniya axaftinên xwe dike. Eger bêje na, na ye. jê venagere.”
Di rojekê de 24 fîncan qehwe vexwriye
Li gorî gotina kesên nêzîkê wê, Hêroxan dosta qehweya tehl û cixarê ye. gelek şeydayay qehweyê ye û rojekê li gel serdana her mêvanekî qehwe vexwariye. Kesên nêzîkî wê dibêjin, “di rojekê de 24 fîncan qehwe vexwar.”
Derbarê hezkirina qehweyê de Hêro Îbrahîm ji Rûdawê re got: “Dema li çiya bûn min her dixwest makîneya qehwe li cem min hebe û qehwe vexwin.”
Hîroxan gelek çavdêriya medyayê dike û diyar dike, divê medya rasgo be. Ew dibêje: “Kurê min cîgirê serokwezîr be, nabe ez jî bi bêhna mûxalefetê biaxivim.”
Cîgirên sekreterê giştî yê YNKê û hinek berpirsên bilind ên YNKê, Hêroxanê bi desteserkirina darayî û biryarên YNKê tometbar dikin û dibêjin, wê ew ji erk û rganên YNKê dûr xistine.
Hêro Îbrahîm ji medyayan re zû bi zû naxive û hejmara hevpeyvînên wê jî ji hejmara tilên dest ne zêdetir e. Ji bo amadekirina vê profile jî ji Rûdawê re gotinên wê kurt bûn. Di derbarê nakokiyan de got: “Ez YNKê nakim qurbanê PDK û Goranê. YNK dê siyaseta xwe ya hevsengiyê berdewam bike.” rudaw