Gelek ji we birêzan dizanin ku, min nêrîna xwe ya li ser cejna çarşema serê nîsanê, destpêka beharê anku koka cejna Newrozê û roja betlana Êzdîtiyê ye di gelek berhem*1 û mediyan*2 de belakirine. Niha jî bi kurtasî çend agahdariyên ku, min ji ber ilmê Êzdiyatiyê li ser pîroziya roja çarşemê û wateya îda çarşema serê nîsanê fêhmkiriye bidime naskirin.
Divê hemû Êzdî fêhmbikin ku, destpêka binyeta dinyayê û pîroziya roja çarşemê di meha kanûn ê de hatine dahnîn.
Belê li gorî ez ji ilmê Êzdîtiyê fêhmdikim, Xwedê ji ber nûra xwe , Tawisî-Melek di rojeke çarşema 1mîn ya hefteya meha kanûn(qedîm )ê de afirandiye. ( Ev li gorî hesabê salnama mîladî carnan dikeve 2 mîn anjî 3 hefteya meha 12 an ya wan ) Ev mijara di qewlên ku em Êzdî îmana xwe bi wan nasdikin de jî weha tê gotin :
Mînak :
Di 14mîn sebeqa „qewlê mehan“ dibêje :
„Ji qewlî Fexrî zergûna,
here bi herf e û ye bi nasîn e
Roja binyata vê dinya yê danîne,
ew roj bi xwe kanûne.“-qedim .*1
û di 27 mîn sebeqa "Qewlê afirandina dinyayê“*1 , ya ku dibêje :
Em di van sebeqan de dibînin ku , qewil dibêjin , destpêka binyeta dinyayê û pîroziya roja çarşemê di meha kanûn ê de hatine dahnîn.
Lewma ez jî dibêjim, êdî zelal ku Îda Êzî û hesabê hemû rojên îd, erefat, cimayî, dawetnebî , rojî û cejinên Êzdîtiyê hêjî li gorî vê meha kanûn-qedim ê, ya ku dinya têde hatiye afirandin, digerin .
Pêwîste hesabê salnama Êzdiyatiyê ji vê meha kanûn„qedim“-12- destpêbike. Çi gava meha kanûna qedim-pêşî , di êvara 13 meha 1 ya salnamaeya mîladî de biqede û 14 wê destpêbike, hingê dibe serê sala Êzdiyatiyê. Jixwe pîvana sersala me Êzdiyan (Kurdan) vêga hêjî li gorî vê tevgera ku, bi raya Xwedê û Milyaketan li dor jojê tê gerandin ve, girêdaye û ev salnama me Kurdan a herî raste jî.
Dîsa divê bê zanîn ku, pîroziya çarşema sere Nîsanê ew ku, canê min bigorî Tawisî Melek di rojeke çarşema serê nîsanê de jiyan li Lalişê berdaye ser û binê dinayê.
Em di van sebeqên „qewlê zebûnî meksûr“*1 de jî bibînin ku, canê min bigorî Tawisî Melek bi raya Xwedê û li gorî pîroziya destpêka meha kanûnê, ya ku di qewilê mehan û afirandina dinya yê de hatiye zelalkirin de , jiyan di roja çarşema serê nîsanê de li Lalişê berdaye ser û binê dinayê .
"Qewlê zebûnî meksûr“ dibêje:
„Piştî çil hezar sal bi jimare
Heta Laliş ji jor ne di hate xware
Erdê bi xwera negirtiye hêjare
Dema ku Laliş dihate
Pê şîndibû çend û nebate
Bi xwe ra zeyînandiye kinyate“ *1
Vêca Lewma ez dibêjim, çarşema serê nîsanê roja destpêka ku jiyan li ser û bin axê de destpêkiriye û ne roja serê sala Êzdîtiyê ye. Gelek nav û pîroziya çarşema serê nîsanê di sebeqên „Beyta Çarşembûyê“ de jî zelal dibe :
„Hat çarşembûya sore
Nîsan xemilandibû bi xorra
Ji batinda ye bi more......
Hat çarşembûya sor û zere
Behar xemilandibû ji kesik û sor û sipî û zere
Me pê xemilandibû seredere......
Hincîyê serederê bi xemilîne
Bila pisyar ket ev ji ber çîne
Eve xelatêt Tawisîmelek û sultan êzîne
Tawisî Melek ewê malê ji qeda û bela di sitirîne*1
Bi dîtina min di van sebeqeyan de jî xweş zelal dibe ku , cejna çarşema serê nîsanê ,destpêka beharê anku koka cejna Newrozê û roja betlana Êzdîtiyê ye . Jixwe hîna gelek pîrozî û navên çarşemê yên wek :Çarşema serê Nîsanê, Çarşema Sor, îda dawiya demsala zivistanê û destpêka demsala biharê û hwd. di “beyta Çarşemê “ de zelaldibin. Binêrin li *1.rûp.: 146-154
Ez gelekî xemgînim ku , eva serê bi dehên salane hêjî zane, rewşenbîrên Êzdîtiyê , oldar û rihaniyên Êzdiyan li ser wate, hesabê wext û navên cejnên Êzdîxanê ne yek fikirin. Ez hêvî ji ilimdar û olnasên Êzdîtiyê yên hêja dikim , ew jî baş bizanibin ku, ev ne sûcê siyasetê ye ku, hêjî gelek Êzdî dibêjin, ev cejna çarşema serê nîsanê destpêka serê sala Êzdîtiyê ye anjî îda çaerşema sor û îda newrozê ya ku weke destpêka demsala biharê hatiye naskirin ne ya me ye.
Kemal Tolan , xemxwar û berhevkarê zargotin –kevneşopên Êzdîtiyê
*Çavkanî:
1 Kemal Tolan, Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê 1- 2006 istanbul
2 Feqîr Kalo Hesso , qewil û zanîna li ser wate û pîroziya çarşema serê Nîsanê
https://www.facebook.com/carpelmedya/videos/1349051002242682
Gorî ilmê Êzdîtiyê zelalkirina pîroziya çarşema sor
https://www.facebook.com/KemTolan/videos/687167156745188
Di Êzdiyatiyê de wate û pîroziya çarşemê û cejna çarşema serê nîsanê